Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Îlham Aliyev kir

08-02-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Îlham Aliyev Azerbaycan Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî telefonî Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev kir û ji bo serkeftina wî ya di hilbijartinên serokkomariyê de pîrozbahî li wî kir.

Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Azerbaycanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi telefonê bi Îlham Aliyev re axivî.

Hat ragihandin ku di pêwendiya telefonî de Nêçîrvan Barzanî ji bo serketina Aliyev a di hilbijartinên serokkomariyê de pîrozbahî li wî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Herwiha Aliyev ji bo pîrozbahiyê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Aliyev kêfxweşiya xwe ya ji pêwendiyê anî ziman û diyar kir ku ev yek xizmeta berfirehkirina hevkariyê dike.

Îlham Aliyev ku ev 21 sal in li Azerbaycanê li ser desthilatê ye, di hilbijartinên dawî de jî bi ser ket û cara 5emîn bû serokkomar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst