Li Şirnexê otomobîlek û pîkapa AFADê li hev qelibîn: 4 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek û pîkapa AFADê li hev qelibîn û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan li ser rêya Qilebanê ya Şirnexê otomobîlek û pîkapa Rêveberiya Serokatiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) li hev qelibîn û di encamê de şofêrê otomobîlê û 3 kesên din birîndar bûne.

Tîmên tenduristiyê kesên birîndar piştî midexaleya destpêkê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.