Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Boxaziyê yê navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê şûnwarnas li pey şopa Hurî û Mîtaniyan digerin.
Gundê Boxaziyê bi bajarokê Dirbesiyê yê Rojavayê Kurdistanê re hevsînor e.
Li girê raserî gundê Boxaziyê xebatên kolandinên şûnwarnasiyê ji aliyê Muzexaneya Mêrdînê û beşa Arkolojiyê yê Zanîngeha Artukluyê ve hatine destpêkirin.
Şûnwarnas pêşbînî dikin dîroka vî girî vedigere berî 9 hezar salan.
Rêveberê Muzexaneya Mêrdînê Abdulganî Tarkan got:
“Em niha li ser sînorê bakurê Sûriyeyê ne. Me li ser rûberê 30 hektar zevî dest bi kolandinê kiriye. Ev yek ji girên herî mezin e li vê herêmê.
Li ser van giran tebeqeyên cuda hene. Em niha li tebeqeya yekem in, tebeqeya Çaxa Navîn, li bin vê jî Çaxa Hesin heye.
Divê em bigihin çaxên Mîtanî, Hurî û Aşûriyan em pêşbînî dikin dê tiştên gelekî girîng derkevin holê.”
Li Girê Boxaziyê 20 Çiriya Pêşîna 2023an dest bi xebatên kolandinê hatine kirin.
Şûnwarnas dibêjin ev gir yek ji cihê herî mezin ê niştecîbûnê bûye li başûrê Mezopotamyayê û navendeke girîng bûye.
“Ji dema Neolotîkê heta Çaxa Navîn paşmahî hene”
Şêwirmendê zanistî yê kolandinê Doç. Dr. Bulent Genç anî ziman:
“Li gorî lêkolînên me li vî girî heta niha ku me di tebeqeya yekem de kirin, ji paşmahiyên cerên ku heta niha hatin dîtin em dibînin ji dema Neolotîkê heta Çaxa Navîn paşmahî hene.
Ev tê wê wateyê dîrokeke vir a 8 heta 9 hezar salî heye. Girê Buyukbogaziye gelekî mezin e, 30 hektar e ku dike 300 donim zevî.
Giringiya mezinbûna wê ew e ku bi derdora xwe re di nava pêwendiyê de bûye. Wisa xuya dike ku navendek bûye û dibe ku bajarekî mezin ê dema xwe be.”
Li aliyê Bakurê Kurdistanê Girê Boxaziyê û li aliyê Rojavayê Kurdistanê jî Girê Orkeşê heye ku ew jî yek ji navendên herî giring ên Mîtanî û Huriyan e û wisa xuya dike ku di navbera her du giran de girêdaneke bihêz a dîrokî hebe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse