Li Rojavayê Kurdistanê Dadgeha Parastina Peymana Civakî tê damezrandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê piştî pesendkirina Peymana Civakî dest bi damzrandina Dadgeha Parastina wê hat kirin.

Hevserokê Encûmena Dadperweriya Civakî ya Rêveberiya Xweser Hesen Ehmed diyar kir ku divê ev dadgeh li gorî madeyên peymanê û sîstema Rêveberiya Xweser xwe rêk bixe.

Hevserokê Encûmena Dadperweriya Civakî ya Rêveberiya Xweser Hesen Ehmed anî ziman:

“Piştî derxistin û pesendkirina Peymana Civakî diviyabû sazî bên damezrandin, ji wan jî Dadgeha Parastina Peymana Civakî.

Divê dadgeh li gorî madeya 119an a Peymana Civakî bê damezrandin. Niha komîteyek ji bo vê dadgehê hatiye sazkirin.

Ev dadgeh pişta xwe dispêre prensîp û madeyên Peymana Civakî û yasayên Rêveberiya Xweser, di serî de jî fikra Neteweya Demokratîk.”

Bi gotina Hevserokê Encûmena Dadperweriya Civakî eger li gorî madeyên Peymana Civakî heger negunce her kesek, aliyek, saziyek dikare yasa û biryarên vê dadgehê red bike.

Dadgeh tenê bi biryara Encûmena Gelan a Demokratîk tê pesendkirin.

Hevserokê Encûmena Dadperweriya Civakî ya Rêveberiya Xweser Hesen Ehmed got:

“Ev dadgeh hêza xwe ji Peymana Civakî werdigire û divê ji 3 kesan 2yên endamên Encûmena Gelan a Demokratîk damezrandina endamên vê dadgehê pesend bikin.

Divê endamên vê dadgehê jî xwedî pisporiyeke yasayî û paşxaneke destpêkî bin.”

Piştî pesendkirina Peymana Civakî 12ê Kanûna Pêşîna 2023yan bi armanca amadekirina reşnivîsên hilbijartinên şaredarî û encûmenan, saziyên kargêrî û Dadgeha Peymana Civakî komîteyên taybet hatine sazkirin.