Cindirês: Kum Spiyan di salvegera erdhejê de çalakiyek li dar xist

08-02-2024
RÛDAW
Cindirês: Kum Spiyan di salvegera erdhejê de çalakiyek li dar xist
Cindirês: Kum Spiyan di salvegera erdhejê de çalakiyek li dar xist
Nîşan Cindirês Kum Spiyan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Cindirêsê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê, Kum Spiyan salvegera erdheja 6ê Sibata 2023yan bi bîr anîn.

Tevî hemû kar û xebat û hewldanên rêxistinên mirovî encamên erdhejê li ser erdê diyar in û di nav dilên kesûkarên qurbaniyan de derd û birîn in.

Endamê Kum Spiyan Îsmaîl Ebdulrehman got:

“Kar û xebatên başbûnê roja yekem ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve dest pê kirin. Heta niha pêwîstiya bakurê Sûriyeyê û bajarokê Cindirêsê bi taybetî çend salan bi karên nûjenkirinê hene.

Em behsa zêdetirî 500 avahiyan dikin ku pêwîstiya wan bi ji nû ve avakirinê heye.

Divê xelk vegere malên xwe. Rêyeke dûr û dirêj ji bo başbûna bakurê Sûriyeyê û Cindirêsê bi taybetî heye.”

Derd û êşên erdheja 6ê Sibatê ketin ser derd û êşên şerê navxwe yê Sûriyeyê û barê xelkê girantir kir. Tevî derbasbûna salekê pêvajoya ji nû ve avakirinê dest pê nekiriye.

“Hejmara koçberan li nav kampan zêde bû”

Endamê Kum Spiyan Îsmaîl Ebdulrehman anî ziman:

“Erdhejê rewş xirabtir kir. Hejmara koçberan li nav kampan, hejmara xaniyên wêran û hejmara kesên hewcedar zêde bû.

Enflasyon, xerciyên debara jiyanê û kêmbûna derfetên kar bandor li rewşê kirin. Rêya me ji bo başbûnê dirêj e lê xelk bi hêvî ye, bi kar û xebatên kêm û şiyanên kêm ên başbûnê rijd in.”

Şêwekarên Kurd jî li Cindirêsê karesat û çîrokên diltezîn ên erdhejê li ser tabloyên xwe bi bîr anîn.

“Em dikarin di vê jiyanê de berdewam bin”

Şêwekara Kurd a ji Cindirêsê Lava Êmoyê got:

“Heta em bikaribin di fêmkirina tişta ku bi me re çêbûye de berdewam bin, em dikarin di vê jiyanê de jî berdewam bin.

Salek di ser karesatê re derbas bû û heta niha em dinalin û heta dema kesek gotina erdhejê li Cindirêsê, Sûriye û Tirkiyeyê bi giştî jî bi bîr tîne dinale.”

Li gorî Kum Spiyan li Cindirêsê ji ber erdheja 6ê Sibata 2023yan hezar û 100 kesî canê xwe ji dest daye û 278 avahî bi tevahî wêran bûne, nêzîkî du hezar malbat jî derbider bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst