Li Erzirom û Erdexanê rêyên 200 gundan ji ber berfê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzirom û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê rêyên 200 gund û mezrayan ji ber berfa zêde hatin girtin.

Berfa ku çend roj in li beşek ji parêzgehên herêma Serhedê dibare zehmetî di çûnûhatinê de çêkiriye.

Li gorî zanyariyan li seranserî Erziromê rêyên 169 gund, mezra û taxan ji berfê hatine girtin.

Tîmên şaredariyê ji bo vekirina wan rêyan bênavber dixebitin.

Li parêzgeha Erdexanê û navçeyên wê jî ji ber berf û pûkê rêyên 31 gund û mezarayan hatine girtin.

Li wir jî xebatên tîmên Îdareya Taybet a bajêr ji bo vekirina wan rêyan berdewam in.