XARPÊT – Leşkerekî hevjîna xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, çawîşekî pispor hevjîna xwe ya fîzyoterapîst kuşt.

Li Taxa Olgunlarê ya Xarpêtê, di navbera çawîşê pispor M.C. û hevjîna wî Burcu Demîra 32 salî de ku li nexweşxaneyê fîzyoterapîst bû nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de M.C. bi demançeyê êrişî hevjîna xwe Burcu Demîrê kir û ew kuşt û piştre ji cihê bûyerê reviya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê Demîrê ji bo karên otopsiyê veguhast Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.

Li aliyê din, hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina M.C. dest bi xebatê kir.