Îslahiye: Heta niha bi hezaran kes dibin kavilên herifî de mane
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ku ji ber erdheja 6ê Sibatê beşekî wê wêran bûye, heta niha bi hezaran kes dibin kavilên avahiyên herîfî de mane û kesek bi hewara wan ve neçûye.
Îro Çarşemê 8ê Sibatê mamosta û nivîskar Ayten Ozmen ji bajarokê Haltali ser bi navçeya Îslahiye ya Dîlokê derbarê rewşa navçeyê û gundên wê de agahî dan Rûdawê.
Li gor wan agahiyan, li naçveya Îslahiye heta niha bi hezaran kes dibin kavilên avahiyên herifî de mane. Li gundê Sulumugara zêdeyî 130 kesan, li bajarokê Haltali gundê Altinyuzu zêdeyî 300 kesan, li gundê Kerkûklî jî di navbera 300-400 kesan de canê xwe ji dest dane. Ji bo veşartina wan jî heta niha tiştek nehatiye kirin û li hinek cihan term li dibistanan hatin komkirin.
Ozmen dibêje, di aliyê peydakirina xwarinê û cihê manê de gelek pirsgirêk hene, di vê sermayê de xelk li derve ne û yên xwedî otomobîl jî di nav otomobîlan de dijîn. Di warê karûbarên rizgarkirinê de jî Ozmen got: "Gelekî sist e, lewra hejmara qurbaniyan zêde dibe û em nikarin dengê xwe bighînin kesekî ku bi hewara me ve bên."
Ayten Ozmen her roj diçe ber kavilên avahiyeke 8 qatî ya hilweşiyayî ya kêleka Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê radiweste heta êvarî ku bavê wê dibin de maye. Ozmen dibêje: “Piştî erdhejê carekê zengê telefona bavê min lê da. Eger karûbarên rizgarkirinê hinekî bilez bihatana kirin dibe bavê min û gelek kesên din bihatana rizgarkirin.”
Herwiha dibêje di bin wê avahiyê de Marketa Yuzbîrê hatibû vekirin û sê stûnên wê bi awayekî neyasayî hatine birîn lewra avahî hewqasî xirab herifiye û şaredariyan tohmetbar dike.
Ozmen diyar kir ku berpirs bi erkê xwe ranabin û got: “Doh li ber çavê me berpirsên siyasî yên vê navçeyê gotin an dest ji termê qurbaniyên xwe berdin em dê xirabeyan bi carekê bi kepçeyan rakin an jî em dê paqijkirina xirabeyan bi nirxekî guncav bidin îhaleyan û piştî yek dû mehên din wê termên heyî bên derxistin.”
Heta niha bi awayek zelal hejmara qurbaniyan nayê zanîn. Li wê navçeyê xetên telefon û internetê jî qut dibin û peywendîkirin gelekî zehmet bûye. Li gor amarên fermî, heta niha ji ber erdheja 6ê Sibatê 6 hezar û 234 kesan canê xwe ji dest dane û 37 hezar û 11 kes jî birîndar bûne.