Rûdaw çû mala pîrejina ku mûçeya xwe ji mexdûrên erdhejê re şand

09-02-2023
Pêşewa Bextiyar
Rûdaw çû mala pîrejina ku mûçeya xwe ji mexdûrên erdhejê re şand
Rûdaw çû mala pîrejina ku mûçeya xwe ji mexdûrên erdhejê re şand
Nîşan Erdheja Mereşê Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dayê Xurşîde nişteciha nahyeya Bayincan a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, mûçeyê xwe yê vê mehê wek alîkarî dide mexdûrên erdheja ku li Tirkiyê, Bakurê Kurdistanê, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûye sedema wêraniyek mezin û mirin û birîndarbûna bi hezaran kesan. Xurşîde Husên a 75 salî got, “Dema min ew xaniyên wêran dîtin, heta sibehê xewa nekete çavê min.”

Di 6ê Sibatê de li navçeyên Pazarcik û Elbistana Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6an çêbûn. Erdhejê li Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Meletî, Hatay, Kilîs, Semsûr, Osmaniye û Edeneyê wêraniyên mezin li dû xwe hîştin, li parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bi tundî hat hîskirin, her wiha li bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî wêraniyeke mezin li dû xwe hîşt. Zêdetirî 300 erdhejên biçûk jî çêbûn û hîn jî berdewam dikin.

Çîroka alîkariya Xurşîde (75) û Elî (60) yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn bi tevahî cuda ye. Hevjînên kal û pîr meaşên xwe ji kesên ku ji erdhejan zirar dîtine re şand.

Xurşîde Huseyîn ji Rûdawê re got, “Dema min ew malên wêran dîtin, min debar nekir, wijdanê min qebûl nekir. Min nikarîbû xwe bigirim, heta sibê xew nekete çavê min. Ez çawa dikarim bisekinim dema cenazeyên wan kesan bibînim?”

Dayê Xurşîde heta sibehê dua kiriye û gotiye, “Hêvîdar im berf nebare û van pereyan bibexşînim” ji bo mûçeyê xanenişîniya ku wergirtiye bigihîne cihên xêrxwaziyê yên li Silêmaniyê, teksiyek kirê kir.

Mamê Elî çiqas israr kir ku razê, heta ku pere ji kampanyaya alîkariyê re neşand, xew nekete çavên Daye Xurşîde.

Hevjînên kal û pîr ku bi tena serê xwe di şert û mercên dijwar de dijîn. Pereyê ku ji bo umreyê kom kiribûn, dema rewşa mexdûrên erdhejê di televîzyonan de dîtin û biryar dan ku meaşên xwe yên xanenişîniyê bidin wan.

Xurşîde û Elî ku pêdiviyên wan ên jiyanî di malên wan de nemaye, ji bo ku piçekî alîkariya mexdûrên erdhejê bikin, mûçeyên xwe ji bo mexdûrên erdhejê dan aliyekî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst