Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Em dê sibe alîkariyan bişînin Efrîn û Cindirêsê

08-02-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed got ku ew dê sibê karwanên alîkariyê bişînin Cindirês û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed got “Ji bo ku alîkariyên me bigihîjin Efrîn û Cindirêsê, em li aliyê Tirkiyê rastî astengiyên mezin nehatin, me xebatên xwe berdewam kir û ya giring jî ev e: Em dê sibê karwanên alîkariyê bo Efrîn û Cindirêsê bi rê bikin.”

Musa Ehmed dibêje “Xelkê me çav lê ye ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xwe bigihîne wan. Ji saeta yekê ve em ji aliyê Nivîsîngeha cenabê Serok Barzanî ve hatine agahdarkirin ku çi mimkûne Dezegeha Xêrxwaziya Barzanî çawa xizmeta xelkê Başûrê Kurdistanê dike, gereke bi wî awayî jî xizmeta Bakur û Rojavayê Kurdistanê bike. Dîsa Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê aliyên peywendîdar agahdar kirin û çi ji destên wan tê ji bo alîkariyan dikin.”

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û derbarê alîkariyên bo herêmên erdhejê yên Bakur û Rojavayê Kurdistanê de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Çend xalên giring ji axavtina Mûsa Ehmed wiha ne:

“Herêma Kurdistanê yekem cîh bû ku alîkarî ji bo herêma erdhejê şand.Tîmên me li ser daxwaza welatê Tirkiyê hat amadekirin. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wexta karesateke wiha çêdibe ji hemû aliyan ve kesên xwebexş daxwaziyê ji me dikin, bi taybetî ku ew karesat li parçeyeke Kurdistanê be xelk gelek peywendiyê bi me re dike ka em çewa alîkariya we bikin. Bi taybetî em dizanin ku xelkê me çend muhtacî wê yekê ye ku tîmên me bi wan re bin di rojeke bi vî awayî de mixabin. Me li Rihayê komek pêk anî û li bajarên din ên bakurê Kurdistanê ku demildest dest bi karê xwe kir ji bo pakêtkirina xwarinê û pêdiviyên sereke ji bo wan kesên ku ziyanmend bûne.

Hemû tîmên Dezegeha Xêrxwaziya Barzanî çawa wextê kesekî hezkiriyê wan birîndar dibe e, tengav dibe malbatek ji bo careseriyê hewldanan dike, me bi vî awayî kar kiriye. Hemû aliyên peywendidar di hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi wî awayî kar kiriye. Cenabê Wezîrê Navxwe jî  wexta ku me yekem karwanê verê kir di destpêkê de jî got “Emê hemû hewldanên xwe bikin ku em bigihîjin xelkê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û hemû cihekî ku pêdivî bi me hebin.

Di roja yekem de me hewl da ku me herin Efrînê. Ez bi heyecan dibêjim ku xeber gihîşte me ku em dikarin karwaneke alîkariyan bigihînin Cindirês û Efrînê jî. Em amadekariyan dikin sibe bi rê bikevin lê rê dirêj e, karwanên alîkariyê aniha çêkirina wan pêdiviyên xwarinê yên ku pêdiviyên xelkê pê hene li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gelek bi zehmet ketiye ji ber ku mixabin ew karesat li wî sînorî pêk hatiye. Em mecbûr in barê xwe li vê derê hazir bikin.

Di karwanê alîkariyê de ku em ê sibe bişînin Cindirêsê, bi taybetî em ê giraniyê bidin ser derman, ji ber ku derman niha pêwîstiya sereke ye. me barekî baş ê derman hazir kiriye. Em spasiya Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Tendirustiya Kurdistanê dikin ku bi me re alîkar bûye. Dîsa jimareke geleke zêde betanî tê de hene, xwarin tê de heye, av tê de heye, çenteyên alîkariya ewil hene.

“Dê alîkariyên me bidomin”

Ji bo Cindirêsê karwaneke dirêj e heta 15-16 barhilgirên mezin li xwe digrin. Her wiha em hewl didin tiştên pêwîst li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bikirin û bişînin. Heta ku hewce bike dê alîkariyên me bidome.

Raste karesateke mezin bi ser miletê me re hatiye lê yekîtiyeke gelek bihêz di navbera miletê me de jî çêbûye. Gelek karesatên wisa weke Koçrewê, weke Helebceyê tê bîra min, min dîtiye rojên bi vî awayî yekîtiya Kurdan çêbûye. Bi hezaran telefon ji Ewropayê, ji Rojhilat, ji Bakurê Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê, ji bajarên din ên mezin, ji welatên din ên mezin tên dibêjin em ji bo we çi bikin.”

“Alîkariyên me deng dan”

Ji bo Bakurê Kurdistanê em bi berdewamî li wê derê ne. Aniha tîmeke me û tîmeke hikûmetê di roja yekê de çûn hemû li wê derê man û rojane jî alîkariyên me diçin. Bi saetan barhilgirên avê, betaniyan, xwarinan diçin. Ez wisa difikirim ku alîkariyên ku gelê Kurdistanê şandiye hem li Bakurê Kurdistanê hem jî li Tirkiyê deng veda, ji ber ku em beriya her kesî gihîştin wir û alîkariyên me berdewam in.

“Piştgiriyeke mezin a gelê Kurdistanê heye”

Piştgiriyeke mezin a gelê Kurdistanê heye, ev yek jî baweriyê dide me. Alîkariyên ku em dişînin piraniya wan alîkariyên ku bi piştevaniya gelê Kurdistanê hatine komkirin. Em bi vê piştgiriya mezin a gelê xwe serbilind in.

“Ji her derê cîhanê dikarin alîkarî bişînin”

Kesên ku dixwazin bi rêya me alîkariyê bikin, dikarin ji her derê cîhanê ji hejmarên hesabên ku em parve dikin re pere bişînin.

“Em dê sibe alîkariyan bişînin Efrîn û Cindirêsê”

Ji bo ku alîkariyên me bigihîjin Efrîn û Cindirêsê, em li aliyê Tirkiyê rastî astengiyên mezin nehatin, me xebatên xwe berdewam kir û ya giring jî ev e: Em dê sibê karwanên alîkariyê bo Efrîn û Cindirêsê bi rê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst