Li Efrînê zarokek di bin kavilan de ji dayik bû

08-02-2023
RÛDAW
Li Efrînê zarokek di bin kavilan de ji dayik bû
Li Efrînê zarokek di bin kavilan de ji dayik bû
Nîşan Efrîn Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê pitikek di bin kavilan de ji dayik bû lê dayika wî canê xwe ji dest da.

Zarokeke sava, li bajarokê Cindirêsê, li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji bin kavilan hate rizgarkirin. A niha li Nexweşxaneya Efrînê ye û li jêr çavdêriyê ye lê çaverêyî jiyaneke bê dayik û bav dike.

Pismamê bavê wê zarokê Xelîl Suweydî anî ziman, “Me termên dayik û bavê zarokê li tenişt hev dîtin. Dema em mijûlî hilanîna darûberan bûn, me dengek bihîst. Her ku me tiştên bêhtir dane alî, deng bêhtir dibû. Me zarok dît ku hêj navika wî nehatibû birrîn.”

Ev malbat xelkên parêzgeha Dêre Zorê ya Sûriyê bûn û çend sal in li Efrînê dijîn. Vê zarokê, ji bilî dayik û bavê xwe, çar xûşk û birayên xwe jî, di erdhejê de ji dest dane.

Bijîşk Hanî Meirûf got, “Duh zarokek, demjimêr 03:00yê piştî nîvroyê gihişte cem me. Laşê wê hemû birîn bû. Gelekî sar bibû. Hate germkirin û şekir pê hate dan. Aniha rewşa wê baş e.”

Erdhej bû sedema canjidestdana bêhtir ji 1.700 kesî û birîndarbûna bêhtir ji 3 hezar û 700 kesî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê.

Ji wê hejmarê bêhtir ji 300 canjidestdan û bêhtir ji 940 birîndarî li Efrînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst