Cenazeyê Kurdekî dê ji Ewropayê bo Herêma Kurdistanê bê vegerandin

08-02-2023
RÛDAW
Nîşan Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyê welatiyekî ku li Luksemburgê ji aliyê welatiyekî biyanî ve hate kuştin, dê ji bo Herêma Kurdistanê were vegerandin. Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê ragihand, ew xort xelkê nahyeya Sengawê ye û di kampekê de wek penaber dima.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî ji Rûdawê re ragihand, ew ciwan roja 20ê Çileya 2023an li Luksemburgê hatiye kuştin lê Herêma Kurdistanê dereng hatiye agahdarkirin û piştî ku ew hatine agahdarkirin bi fermana Serokwezîr biryara vegerandina cenazeyê wî ji bo Herêma Kurdistanê hate dayîn.

Navê xortê ku hate kuştin Helo Cebar e, Ajgeyî da zanîn ku ew ji aliyê kesekî Afrîqî ve hatiye kuştin, piştî ku nûnertiya wan hatiye agahdarkirin, peywendî bi Wezareta Derve ya Luksemburgê re danîne û hemû rêkarên yasayî û pratîkî ji bo şandina cenaze bo Herêma Kurdistanê cîbicî kirine û 9ê Sibata 2023an di demjimêr 03:45an de dê bigihêje Silêmaniyê.

Helo Cebar di 18.07.1997an de ji dayik bûye, li kampekê penaber bûye. Li gorî Dilawer Ajgeyî, ew xelkê navçeya Sengaw a parêzgeha Silêmaniyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst