AFAD: Termên ku nasnameya wan nahatine destnîşankirin dê bi axê bên spartin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokayetiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku termên qurbaniyên erdhejê ku nasnameya wan nahatine destnîşankirin dê piştî 24 demjimêran bi axê bên spartin.

Serokayetiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) roja Çarşemê 8ê Sibata 2023an di daxuyaniyekê de ragihand ku  termên qurbaniyên ku di erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de canê xwe ji dest dane û nasnameya wan nehatine destnîşan kirin piştî rawestandina  24 demijimêran dê  bi axê bên spartin.

Saziya navborî herwiha diyar kiriye ku dê bo kesên canê xwe ji dest dane û nasnemeya wan nehatine destnîşankirin, pişkînînên DNA bên kirin, pencemor û wêneyên wan bên wergirtin û piştre bi axê bên spartin.

Berbanga roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê erdhejeke bihêz parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê hejand û bû sedema zerar û ziyanên zêde yên canî.

Serokkomarê Tirkiyê roja Çarşemê 8î Sibata 2023an di daxuyaniyekê de ragihand ku 8 hezar û 574 kesan canê xwe ji dest dan û 49 hezar û 133 kes birîndar bûne û 6 hezar û 444 avahî jî hilweşiyane.

Li aliyekê karûxebatên derxistina qurbaniyên erdhejê  berdewam in û li aliyekê din jî hewil tê dayîn ku termê kesên ku canê xwe ji dest dane bi axê bên spartin.