Kiliçdaroglu: Desthilata Koşkê Twitter asteng kiriye
Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê xwe gihandina Twitterê bûye pirsgirêk û piraniya bikarhênaran rûbirûyê pirsgirêkên cûda dibin. Bikarhêner dibêjin ew tenê dikarin bi sîstema VPNê xwe bighînin Twîtterê û bi vî awayî bikar tînin.
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û îdîa kir ku Twitter ji aliyê desthilatê ve tê astengkirin. Kiliçdaroglu dibêje: “Min ji hevalên ku ji bo kordînasyona alîkariyê li qadê ne re got VPN bikarbînin. Desthilata Koşkê ku aqlê xwe xwariye, xwe gihandina medya civakî birrîye. Encama wê jî ew e ku hewarên alîkariyê hê kêmtir bên bihîstin. Em hemû tiştên ku hun dixwazin veşêrin dizanin. Em li benda daxuyaniya we ne.”
Yardımlaşma koordinasyonu için sahada bulunan arkadaşlarıma VPN kullanmalarını söyledim. Bu aklını yitirmiş Saray iktidarı, sosyal medya iletişimini kesti. Bunun sonucu yardım çığlıklarının daha az duyulmasıdır. Gizlemeye çalıştığınız her şeyi biliyoruz. Açıklamanızı bekliyoruz.
— Kemal Kılıçdaroğlu (@kilicdarogluk) February 8, 2023
Ligel Kiliçdaroglu hejmarek zêde welatiyên Tirkiyê jî di wê fikrê de ne ku desthilata AKPê bi armanca astengkirina belavkirina rastiyên derbarê Erdheja Mereşê dê vê yekê dike.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî erdhejê di daxuyaniyeke xwe de amaje bi wê yekê dabû ku li ser medya civakî hinek kes bi peyamê provakatif dixwazin xirabiyê bikin û ew dê tişta pêwîst bikin.
Ligel ku kar û xebatên derxistina qurbaniyên erdhejê berdewam in lê li hemû parêzgehên ku erdhejê bandor li wan kiriye welatî ji nebûna alîkariyê û tîmên rizgarkirinê gilî û gazinan dikin.