Kiliçdaroglu: Desthilata Koşkê Twitter asteng kiriye

08-02-2023
RÛDAW
Nîşan Twitter Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê xwe gihandina Twitterê bûye pirsgirêk û piraniya bikarhênaran rûbirûyê pirsgirêkên cûda dibin. Bikarhêner dibêjin ew tenê dikarin bi sîstema VPNê xwe bighînin Twîtterê û bi vî awayî bikar tînin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û îdîa kir ku Twitter ji aliyê desthilatê ve tê astengkirin. Kiliçdaroglu dibêje: “Min ji hevalên ku ji bo kordînasyona alîkariyê li qadê ne re got VPN bikarbînin. Desthilata Koşkê ku aqlê xwe xwariye, xwe gihandina medya civakî birrîye. Encama wê jî ew e ku hewarên alîkariyê hê kêmtir bên bihîstin. Em hemû tiştên ku hun dixwazin veşêrin dizanin. Em li benda daxuyaniya we ne.”

Ligel Kiliçdaroglu hejmarek zêde welatiyên Tirkiyê jî di wê fikrê de ne ku desthilata AKPê bi armanca astengkirina belavkirina rastiyên derbarê Erdheja Mereşê dê vê yekê dike.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî erdhejê di daxuyaniyeke xwe de amaje bi wê yekê dabû ku li ser medya civakî hinek kes bi peyamê provakatif dixwazin xirabiyê bikin û ew dê tişta pêwîst bikin.

Ligel ku kar û xebatên derxistina qurbaniyên erdhejê  berdewam in lê li hemû parêzgehên ku erdhejê bandor li wan kiriye welatî ji nebûna alîkariyê û tîmên rizgarkirinê gilî û gazinan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst