Dîlok – Pitika 4 mehî ji bin xirbeyan hat rizgarkirin

08-02-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlok Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pitika 4 mehî ya bi navê Duru ku li Dîlokê di bin xirbeyên redhejê de mabû ji aliyê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ve hat rizgarkirin.

Di 2 erdhejên ku navenda wê Mereş a Bakurê Kurdistanê bû li 10 parêzgehan ziyaneke mezin li dû xwe hîşt. Tîmên ku çûn herêma erdhejê yê li navçeya Şehîtkamil a Dîlokê bi koordînasyona AFADê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên ÎHHê piştî ku dengê pitikekê ji binê xirbeyan bihîstin, di bin kavilên Apartmana Ayşe-Mehmet Polat a ku di erdhejê da xera bûbû, dest bi xebatê kirin.

Duru ya ku hat diyarkirin 3-4 mehî ye ji binê kavilê hat derxistin û li betaniyekê hat pêçan. Pitik ji bo ku bibin nexweşxaneyê radestî ekîba tenduristiyê hat kirin.

Di 6ê Sibatê de li navçeyên Pazarcik û Elbistana Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6an çêbûn.

Erdhej li Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Meletî, Hatay, Kilîs, Semsûr, Osmaniye û Edeneyê wêraniyên mezin li dû xwe hîşt, li parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bi tundî hat hîskirin. Zêdetirî 300 erdhejên biçûk jî çêbûn û hîn jî berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst