Ji Wanê bo Meletiyê makîneyên kar û ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê hatin şandin

08-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Wan Meletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji Wanê bo Meletiyê ku erdhejê lê daye, makîneyên kar, ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê, kon û alavên pêdiviyê yên din hatin şandin.

Li gorî daxuyaniya parêzgeriyê, piştî erdhejên navendên wan Meraş ên bi hêza 7,7 û 7,6 pileyan şandina alîkariyan a bo herêmê berdewam e.

Ji Depoya Lojîstîk a AFADê li Wanê bo Meletiyê 994 kon, 4 hezar û 420 betanî, 3 hezar û 600 nivîn, 6750 çarşef û setên nivînan hatin şandin.

Herwiha 49 kamyon, 13 loder, 10 ekskavator,  3 kepçeyên JCB, 10 TIRên barkêş, 6 vînç, 2 greyder, 11 jenerator û 75 hîltî yên ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Midûriyeta DSÎyê ya Herêma 17an, şaredariyên navçeyan û fîrmayên taybet hatin şandin, gihîştin Meletiyê.

Di heman demê de  55 kamyon û 7 barhilgirên alîkariyên cuda yên wekî cilûberg, betanî û alavên paqijiyê jî ji navenda Wanê û ji navçeyên wê bo Meletiyê hatin şandin.

Her wiha ji saziyên fermî û sivîl 218, ji Şaredariya Tuşbayê 20, ji Şaredariya Bajarê Mezin 83 bi tevahî 331 karmendên xwebexş ji bo beşdariya xebatên lêgerîn û rizgarinê bo herêmê hatin şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst