HSDê emîrekî DAIŞê ku bi kefalet hatibû berdan dîsa girt

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li herêma Dêrezorê emîrekî DAIŞê ku bi kefalet hatibû berdan dîsa girt.

Li gorî çavkaniyên xwecihî hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) emîr û berpirsekî bilind yê DAIŞê li gundewarê Dêrazorê girtine.

Navê emîrê DAIŞê Muhened El-Seray El-Bixît e û li gundê El Sebha yê rojhilatê bajarê Dêrazorê dima.

Ev emîrê DAIŞê ev cara sêyemîne tê girtin, cara yekem li ser daxwaza rûspiyên eşîran bi kefalet hatibû berdan û piştî berdanê bi çend rojan gule ji pismamê xwe reşandibû û ji ber wê careke din hate girtin û piştî salekê dîsa hat berdan.

Di van rojên dawî de jî piştî wê bûyera ku hinek kesên nenas gule li rêbendeke kontrolê ya HSDê li nêzî gundê El-Sebha reşandin, şervanên HSDê careke din ew kes girtin.

Li gor daxuyaniya HSDê duh Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Hejînê ya girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk  2 çekdarên DAIŞê ku kemberên teqîner li xwe kiribûn û ji bo çalakiyan li bajarokê Zibyan ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê, xwe amade kiribûn, girtin.

Di daxuyaniya HSDê de hate gotin: “Yek ji waj ji Iraqê ye û yê din jî ji Tirkistanê ye. Şervanan dest danîn ser hejmarek çek, cebilxane, alavên pevgihandinê û belgeyên piştrast dikin ku ew çekdar ji herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê ku jêr serweriya dagirkeriya Tirk de ne, hatine.”