Serok Barzanî û Berpirsa Yekîtiya Ewropa rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin

08-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û li Berpirsa Ofîsa Pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê ya li Herêma Kurdistanê Marie Paret rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê 8ê Sibata 2022yan li navçeya Pîrmam a Hewlêrê pêşwazî li Berpirsa Ofîsa Pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê ya li Herêma Kurdistanê Marie Paret kir.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî di hevdîtinê de geşedanên herî dawî yên proseya siyasî ya Iraqê û pêngavên destûrî yên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Di heman daxuyaniyê de hat ragihand ku di hevdîtinê de li ser rêyên çareseriyê yên ji bo derbaskirina astengî û zehmetiyên li ber proseya siyasî ya Iraqê, danûstandina fikr û ramanan hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst