Ahmet Turk: Yekîtî li ser îdeolojiyê nayê avakirin

Hewlêrt – (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê HDP Ahmet Turk got “Çiqas fikr, raman û siyaset ji hev cûdabin jî, li ser meselyên netewî divê yekîtî bê avakirin. Yekîtî li ser îdeolojiyê nayê avakirin. Divê  hemû partiyên Kurd vê yekê di ber çav derbas bikin,  ji bo ku siyaseteke nûjen bo gelê Kurd bimeşînin.”

Parlamenterê berê yê HDPê Ahmet Turk di kongreya destpêkirina kampîna“Dadperwerî Ji bo Herkesî” ya HDPê de, li ser dawîn pêşhatên siyasî û mijarên di rojevê de ji Rûdawê re axivî.

Ahmet Turk derbarê kampîna HDPê de got “Armanc ew e ka em dikarin  li Tirkiyê çi qasî bandora xwe deynin ser siyasetê û ji bo daxwaziyên gelê Kurd em dikarin çi bikin li ser wê civînek çê dibe.”

Ahmet Tirk bal kişand ser siyaseta ku li hemberî Kurdan tê meşandin û ragihand, “Bi rastî hikumeta Tirk û dewleta Tirk naxwazin daxwazên gelê Kurd cîbicî bikin û siyaseta Kurdî jî terorîze dikin. Dixwazin pêşiya xebatên ji bo aşitiyê, wekhevî û azadiyê teng bikin.”

Turk rexne li siyaseta ku ji aliyê Kurdan ve tê meşandin jî girtin û got, “Em jî dixwazin hemû vê bandora li ser gelê Kurd, li ser siyaseta Kurd di siyaseta xwe de rexne bikin û li hemberî wê jî xebatan bimeşînin.”

Derbarê zext û zordariya ku li ser gelê Kurd  jî Ahmet Turk dibêje, “Îro çiqas bi zilm û zorê tên ser gelê Kurd jî lê gelê Kurd ji bo daxwaz û pêşeroja xwe tawîzan nade. Gelê Kurd li hember wê siyaseta ku dixwazin gelê Kurd bêdeng bihêlin, bêdeng namîne.”

Herwiha Turk bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd û tekez kir “Her siyasetên Kurd li gorî xwe fikr û ramanên wê ji hev cûda ne. Lê li ser meseleyên netewî divê yekîtî çê bibe. Çiqas fikr, raman û siyaset ji hev cûdabin jî, li ser meseleyên netewî divê yekîtî bê avakirin. Yekîtî li ser îdeolojiyê nayê avakirin. Lewre divê hemû siyasetên Kurd xwe di ber çav de derbas bikin ji bo ku siyaseteke nûjen ji bo gelê Kurd bimeşînin.”

Turk rexne li ser siyaset û dîplomasiya ku Kurd îro dimeşînin girt û ragihand “Îro hejmara gelê Kurd 40 milyon e, lê ev siyaseta ku tê meşandin di dîplomasiyê de gelek kêmasî hene. Eger îro pirsgirêkek di nava gelekî de hebe, ew pirsgirêk tenê bi xebata wî milletî nayê meşandin. Divê dîplomasî û siyaseta wê li her derî berdewam bikin.”

Turk siyaseta ku îro li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin rast dibîne û dibêje “Îro gelê Kurd di qada navnetewî de dixwazin siyasetekî bimeşînin. Ji ber vî awayî Rojava bi hemû dewletan re têkiliyan datîne, ev tiştekî rast e.  Berjeweniyên gelê Kurd di siyaseteke navnetewî de ye.”