Li Hezirê di navbera DAIŞ û Heşdî Şeibî de şer rû da

08-02-2020
Tehsîn Qasim
Tehsîn Qasim
Çekdarên DAIŞê (Wêne: Arşîv)
Çekdarên DAIŞê (Wêne: Arşîv)
Nîşan DAIŞ Neynowa Heşda Şeibî
A+ A-

Neynowa (Rûdaw) - Li başûrê Qezaya Hezir li deşta Neynewa, berdewam şer di navbera çekdarên DAIŞê û Heşda Şebî de rû dide.

Xelkê navçeyê dibêjin, ew bi çavê xwe çekdarên DAIŞê nabînin, lê ew dengê balafir, bombebaran û şer dibihîzin.

Li qezaya Hezir, hejmareke zêde ji hêzên Heşda Şebî hene, ji ber ku metirsî heye ku çekdarên DAIŞê careke din wê navçeyê kontrol bikin.

Di heyama du rojên derbasbûyî de li başurê Hezirê DAIŞê êrişî artêşa Iraqê û Heşda Şeibî kir û li gor zanyariyan wî şerî 3 demjimêran berdewam kir.

Mihamêd Silêman,  şahêdhalê wî şerî dibêje, “Şeva derbasbûyî şer di navbera Heşda Şeibî û DAIŞê de rû da û 3 demjimêran dewam kir. Dengê wan dihate me, DAIŞ li vê navçeyê heye.”

52 mizgeft li Hezir û dewrûberên wê hene û li gor gotina xelkê vê deverê, 4 ji wan mizgeftan dikevin navçeya Cezîre de û DAIŞî tê de nimêj dikin û herwiha hizra DAIŞê hîn jî di serê beşek ji xelkê wê herêmê maye.

Ehmed Qasim, melayê mizgefta Hezirê dibêje, “Dengê firoke û bombebarênê berdewam e û hinekê ji me dûr bû.”

Hemwelatiyê bi navê Xetib Naif jî dibêje, “Şerekî dijwar çê bû li nav Hezirê. Spas bo Xwedê em niha di aramiyê de ne û çi tadeyî li me nehatiye kirin.”

83 gund bi ser qezaya Hezir ve hene û beşek ji muxtarên wan gundan hebûna DAIŞê bê metirsî nabînin.

Taha Ramadan . moxtar . Bê şav mên dang bêhîzt as nzanêm gilêk bo yan na sopaê iraqe galik lê vê nawgaîê hana  am dêgna musil û hazer am wan lê zalgha da dê bînên

Taha Remezan, muxtar li wê navçeyê, diyar dike, “Bi şev derdora 12-1ê bû, me deng bihîst. Em nizanin çawa ye  lê ji br ku em diçion Mûsil û Hezirê em xalên kontrolê gelek dibînin.”

Li gorî karîgeriya qezaya Hezirê, zêdetir ji hezar çekdarên DAIŞê li devera Cêzîra, Ana û Rawa hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst