Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî dibin hevserokê YNKê

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) sîstema hevseroktiyê peyrew dike û du yan sê hevserokên wê dê hebin.‎ Li gor zanyariyên Rûdawê Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî herî zêde şans hene bo hevserokatiya YNKê.

Serpereştyarê civînên Encûmena Giştî ya Serkirdayetiya YNKê Mistefa Çavreş bo Rûdawê ragihand ku postê Sekreterê Giştî yê YNKê namîne û li şûna wê sîstema hevseroktiyê tê peyrewkirin û got, 2 yan 3 hevserok bo YNKê tên hilbijartin.

Mistefa Çavreş da zanîn ku di civîna roja Yekşemê de Encûmena Giştî ya Serkirdayetiyê derbarê hejmara hevserok û mijarên din ên pêve girêdayî biryara xwe dide.

Ev biryar jî piştî civîna roja Şemiyê ya Encûmena Giştî ya Serkirdayetiya YNKê hat bo pesendkirina peyrewa navxwe ya wê hizbê ku ji 77 maddeyan heta niha 41 maddeyên peyrewa navxwe hatine pesendkirin.

Hevdem Endamê Encûmena Giştî ya Serkirdayetiya YNKê Ferîd Eseserd jî da zanîn ku di civîna berê ya encûmenê de biryar li ser Serokatiya Encûmena Giştî ya Serkirdayetiyê de jî hatiye dayîn û encûmen bi serok, cîgir û alîkar tê birêvebirin.

Ferîd Eseserd diyar kir ku civînên encûmenê berdewam dibin heta hemû peyrewa navxwe tê pesendkirin û got, wiha dixuye dawiya vê hefteyê yan destpêka hefteya bê hemû peyrew were pesendkirin û piştre hilbijartina serokê organ û hevserokan destpê dike.

Li gor zanyariyên Rûdawê bidest xistine heta niha di nav  Encûmena Giştî ya Serkirdayetiya YNKê de herî zêde piştgirî heye Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî bibin hevserokê YNKê û li ser wê yekê gotûbêj berdewam in. Di heman demê de gotûbêj li ser wê yekê têne kirin ku hevserokatiya YNKê ji sê kesan pêk bê û navê Berhem Salih jî weke kesê sêyem debas dibe, lê heta niha ev mijar nehatiye yekalîkirin.