Hec Qadoyê Beyazê koça dawî kir

08-02-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Hec Qadoyê Beyazê Koça Dawî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hec Qadoyê Beyazê ku dîmena hilgirtina wî ji aliyê neviyê wî ve, bi kameraya Rûdawê bibû yek ji sembolên koçberiya xelkê Kobanî, koça dawî kir.

 

Di dema koçberiya xelkê Kobanî de, neviyê Hec Qadoyê Beyazê, kalikê xwe li ser pişta hilgirtibû û dîmena wî û hevjîna wî, bi kameraya Tora Medyayî ya Rûdawê li gundê Qeremux hatibû gitin, wê dîmenê di torên medya civakî de gelekî deng vedabû û û di gelek kilîp û belgefiliman de hatibû bikaranîn.

 

Piştî ku hevjîna wî Fatma Memo di sala 2017an de koça dawî kiribû, Hec Qadoyê Beyazê jî roja Sêşema 5ê vê meha Sibatê, di temenê xwe yê derdora 110an salan de, li gundê xwe Xerabîsanê Jêrîn, li herêma Kobanî koça dawî kir.

 

Ebdilqadir Mihemed Osî, ku bi navê Hec Qadoyê Beyazê dihate nas kirin, di sala 1910an de li herêma Kobanî ji dayik bibû û di temenê xwe yê derdora 110an salan de, roja sêşema 5ê meha Sibata sala 2019an, li gundê xwe Xerabîsanê Jêrîn koça dawî kir.

 

Di roja koçberiya wî de ber ve Bakurê Kurdistanê, neviyê Hec Qadoyê Beyazê, Mistefa Osî kalikê xwe li ser pişta xwe hilgirtibû, û Mihêdîn ku lawekî Hec Qado ye jî, kopalê bavê xwe hilgirtibû, û lawê wî yê din Mehmûd jî, diya xwe Fatma Memo hevjîna Hec Qado ya sêyem, xistibû erebeyekê, û di riya koçberiyê de, berê xwe dabûn sînorê Bakurê Kurdistanê.

 

Piştî şikestina DAIŞê di Kobanî de, Hec Qadoyê Beyazê ku dayika wî Beyaz ji Êzîdiyên Hewaga Bakurê Kurdistanê ye, piştî 4-5 mehan ji koçberiya malbata wî, ew vegeriyabû gundê xwe Xerabîsanê Jêrîn, û hevjîna wî Fatima Xelîl Mehmûd jî, di 16ê meha Îlona sala 2017an de koça dawî kiribû, lê her 7 zarokên wî, û derdora 90 neviyên wî jî, li gelek welatên dinyayê belav bûne, û nikarîbûn di merasîma binaxkirina mezinê malbata xwe de beşdar bibin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst