VÎDEO/TAYBET – Cindirês di bin topbarana Artêşa Tirkiyê de

Hewlêr (Rûdaw) - Îro danê nîvro Artêşa Tirkiyê navenda her du bajarokên Raco û Cindirêsê yên herêma Efrînê bi giranî topbaran kir û di encamê de ziyanek mezin gihiştiye milk û malên xelkê sivîl.

 

Topxaneya Artêşa Tirkiyê îro navenda bajarokê Cindirêsê û çend gundên derdora wê topbaran kir.

 

Dîmenên topbarankirina îro ya bajarokê Cindirêsê ji aliyê çavkaniyên xwecihî yên deverê gihiştine Tora Medyayî ya Rûdawê.

Dî dîmenan de diyar dibe, ku topbarana deverê ji aliyê Artêşa Tirkiyê berdewam e û hêj top bi ser wan navçeyan de têne xwarê.

 

Herwiha xuya dibe, ku gelek top jî bi ser mal û xaniyên welatiyên sivîl de dikevin.

 

Êrişa Artêşa Tirkiyê bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê îro derbasî roja 20an bû. Artêşa Tirkiyê ji roja 20ê meha Çileya bihorî ve operasyoneke berfireh bo ser herêma Efrînê daye destpêkirin.