Douglas Silliman: Amerîka piştgirî dide statuya destûrî ya Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Di civînekê de li gel Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman ragihand, Amerîka piştgirî li Kurdistanê weke statuyeke destûrî di nava Iraqê de dike. Mesrûr Barzanî jî diyar kir, Hewlêrê erkên xwe pêk anîne û niha li benda Bexdayê ye.

 

Li gorî daxuyaniya ofîsa Şêrimendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê îro Pênşemî 8ê Sibata 2018ê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman kir.

 

Li gorî daxuyaniyê di vê hevdîtinê de behsa têkiliyên du alî, pêşhatên dawî yên li deverê û rewşa danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê de hate kirin.

 

Di berdewamiya hevdîtinê de Balyozê Amerîkayê Douglas Silliman piştgîriya Amerîkayê bo Kurdistanê weke pêkhate an jî statuyeke destûrî dubare kir û anî ziman, ku Amerîka dixwaze Kurdistan bi yekdengî û yekgirtî li ser danûstandinên bi Bexdayê re berdewam be û bilez kêşeyên hilawîstî yên di navbera her du aliyan de werin çareserkirin.

 

Di beşeke din a vê civînê de, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir, ku Kurdistan dixwaze li gor destûra bingehîn tevahiya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê werin çareserkirin û heta niha Kurdistan ji bo çareser kirina wan kêşeyan erkên xwe yên destûrî cîhbicîh kiriye û li benda vê yekê ye ku Bexda jî erkên xwe cîhbicîh bike lêbelê em bi cidiyeta Bexdayê ya bo çareser kirina kêşeyên heyî nakin û mafên destûrî yên Kurdistanê tevlî kêşe û pişbirkên nava hilbijartinan hatine kirine.

 

Di vê derbarê de Douglas Silliman tekez li ser berdewamiya miyancîgeriya Amerîkayê ya di navbera Hewlêrê û Bexdayê de kir û hêvî xwest ku bilez di warê piratîkî de di danûstandinan de pêşveçûn hebin.

 

Silliman di berdewamiya axaftinên xwe de girêdayî bûna Amerîkayê ya bo beşdarî kirina çalak a bo awedan kirina Krudistanê û pêşxistina Kurdistan û deverên din yên Îraqê diyar kir û xweziya vê yekê jî xwest ku li konferansa awedan kirina Îraqê de yaku vê li Kuwaitê were lidarxistin, hevkariya herî zêde were dabînkirin.

 

Di beşeke din ya civîna han de Barzanî û Silliman behsa şerê dijî DIŞIê jî kirin û her du alî tekez li ser berdewamiya hevkariyên du alî kir û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî diyar kir Kurdistan berdewam dibe li ser hemahengî kirin li gel hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê.

 

Mesrûr Barzanî got: Hîn jî metirsiya terorê li deverê de maye jiber vê çendê hîn jî pêdivî bi hevkariya tevahiya aliyan heye lê belê hemahengiya leşkerî, siyasî û çareseriya kêşeyên bingehîn yên Îraqê yek pakêce û lazime di tevahiya war û astan de rewş were normalkirin û rêz ji mafên tevahiya pêkhateyan were girtin daku derfetên dubare serhildana tundûtîjiyê werin jinavbirin.

 

Di dawiya civînê de Douglas Silliman rêzdariya xwe ya li hember rola hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstan de diyar kir û ew yek dubare kir ku hevkariyên darayî û perwerdehî yên Amerîkayê yên bo hêzên pêşmerge berdewam dibin.