XANEQÎN - Hejmara kuştiyan gihîşte 7 kesan

08-02-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Xaneqîn Kuştin
A+ A-

Xaneqîn (Rûdaw) – Li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê di encama teqekirinekê de 7 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.

 

Peyamnêrê Rûdawê li xaneqînê ragihand,“bûyer li taxa Bextiyarî ya Xaneqînê çê bûye û teqe li dokanekê hatiye kirin.”

 

Derbarê bûyerê de Rêveberê Polîsê Nehîştina Tawanan li Xaneqînê, Ferhad Rifet ji Rûdawê re ragihand: “Li taxa Bextiyarî ya Xaneqînê çend çekdaran di nava du otomobîlan de bi çekên Klaşînkof teqe li dokanekê kirine.”

 

Ferhad Rifet herwiha da xuyakirin, “di encama bûyerê de 7 kes hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.”

 

Bûyer îşev di demjimêr 21:40an de qewimiye û bi gotina Rêveberê Polîsê Nehîştina Tawanan li Xaneqînê, çekdarên nenas ên ku teqe kiribûn, piştî ku teqeyan li dokanê dikin, ji cihê bûyerê direvin.

 

Ferhad Rifet ji Rûdawê re got: “Me hemû hêzên xwe di nava bajêr de belav kirine û lêgerîn û pişkinîn bo vedîtina bikerên wê tawanê dest pê kiriye.”

 

Derbarê sedema bûyerê de jî, Rêveberê Polîsê Nehîştina Tawanan ê Xaneqînê da zanîn, ku sedemên li pişt bûyerê hêj nayê zanîn, lê belê lêkolîn dest pê kiriye.

 

Peyamnêrê me yê li Xaneqînê pêştir dabû xuyakirin, “li gorî zanyariyên destpêkê di bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest dane û 3 kesên din jî birîndar bûne.”

 

Herwiha Rêveberê Nexweşxaneya Xaneqînê , Dr. Xalîd Elî jî ji Rûdawê re diyar kir: “Îşev termên 7 kesên ji rûniştvanên Xaneqînê gihîştine Nexweşxaneya Giştî ya Xaneqînê, ku şûna fîşekan li ser bedena wan xuya ye û 3 kesên din jî ku bi gulle hatine birîndarkirin, niha li nexweşxaneyê tên dermankirin, lê belê rewşa wan a tendirustiyê nebaş e.”

 

Bajarê Xaneqînê ku pêştir di kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê û piştî êrişa hêzên Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî di 18ê Cotmehê de ketiye bin kontrola hikûmeta navendî ya Iraqê.

 

Xaneqîn navçeyeke Kurdistanî ya derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye û yek ji navçeyên nakok di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendiya Iraqê de ye, ku li gorî madeya 140 a destûra Iraqê divê rewşa wê were çareserkirin.

 

Herwiha Xaneqîn ji aliyê îdarî û yasayî ve ser bi parêzgeha Diyala ya Iraqê ve ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst