Mele Bextiyar: Em li benda Îranê ne ku mafê kurdan biparêze

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya YNKê Mele Bextiyar ragihand, li Rojhilata Navîn dema tenahiyê, îstiqrarê ê dabînkirina mafê çarenivîsa gelan e. Dema wê yekê ye ku mirov, mirov be û hevwelatî, hevwelatî be. Mele Bextiyar herwiha got, ew li bendê ne ku Îran xwedî li mafên netewa kurd derkeve û tekez kir: “Em li bendê ne di biryarên Astana û Cinêvê de mafê kurd were berçavgirtin”.

 

Îro çarşemî 8ê Sibata 2017ê li bajarê Hewlêrê merasîmek bi boneya 38emîn salvegera şoreşa gelên Îranê ya di sala 1979an de hat sazkirin û tê de Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtboruya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) gotarek pêşkêş kir.

 

Mele Bextiyar di gotara xwe de ragihand: “Îran dewleteke herî bihêz a deverê ye, em jî di vê serdemê de baştir ji serdemên din ji pêgeha Îranê û hevkêşeyan fêm dikin. Kurd weke kurdê serdema şah û kurdê piştî rûxana serdema şah nîne. Me niha hikûmeta xwe heye, me pêwendiyên berfireh ligel dewletên cîhanê û herêmê re heye. 35 konsulxane li welatê me hene û îtîrafeke navdewletî heye. Niha jî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê xebata kurdatiyê û azadîxwaziyê bilind bûye”.

 

Mele Bextiyar got: “Di nav hevkêşeyên nû yên deverê de, netewa kurd xwedî pêgehek din e. Di wî demî de jî diyarde û siyasetên nû serî hildane. Li Amerîkayê serokek nû hatiye ser kar, Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê vekişiyaye, bizava rasîzmê li Ewropayê can girtiye û xurt bûye, koça xelkê li welatên me û Afrîqayê bo Rojava bûye diyardeyeke bê mînak”.

 

Mele Bextiyar da xuyakirin: “Îro dewletên mezin xwediyê tenê yek felsefeyê nînin, dewletên netewên yekbûyî tenê xwediyê yek felsefeyê nînin, Rojhilata Navîn, istiqrara piştî Sykes-Picot, piştî Lozanê û piştî rêkevtina Cezayîrê nîne. Guhertinek di gotara siyasî û felsefeya desthilatdariyê de çêbûye, ew hikûmeta ku caran bi ti şêweyekê amade nebûn, heta navê kurd jî bînin, encama siyasetên wan ên şikestxwarî yên yek li pey yek dikevin”.

 

Wî berpirsê YNKê tekez kir: “Rewşa navxwe ya wan welatên ku caran hemûyan piştevaniyaSedam dikirin, rewşeke nexwestî ya hikûmetên sitemkarên deverê ye, di nav wan de Îran bihêz e, di nava wan de tenê Tirkiye nikare hevtayê Îranê be, ne di navxwe de û ne jî di siyasetên xwe yên derve de jî”.

 

Derbarê krîza Sûriyê û aloziyên Rojhilata Navîn de jî, Mele Bextiyar di wê baweriyê de ye, ku “nebûna dîtineke stratejîk bo çareserkirina arîşeyên navxweyî, Sûriye gihandiye wê rewşa niha, ku mixabin 400 heta 500 hezar qurbanî daye. Ji %55 heta %60ê wê hatiye wêrankirin. Li aliyê din Yemen, Lîbya û iraqa erebî ti istiqrarek li wan deran nîne. Heta pabendbûna Iraqê jî bi destûra hertimî weke pêwîst nîne, arîşe di navbera şîe û şîe, şîe û sunne, sunne û sunne, herêm û Bexdayê heye. Tiştên herî esasî tên di destûrê de cîbicî nakin, lê belê Îranê welatê xwe parastiye û istiqrar li wî welatî heye. Li derdorê jî weke yek ji welatên herî giring û geopolîtîk ê Rojhilata Navîn tê hesibandin”.

 

Bi gotina Mele Bextiyar, eger ders ji ezmûnan were wergirtin, arîşeyên Rojhilata Navîn weke arîşeyên weke arîşeyên rojava ya sedala 18an a tên çareserkirin. herwiha Mele Bextiyar bi pêwîst dizane ku rêkevtineke mezin a stratejîk di navbera dewletên mezin û dewletên herêmî de were girêdan. Ev rêkevtin jî, bi awayekê be ku heta hetayê dawî bi şerê tayifî, mezhebî û şerê li dijî demokrasiyê bîne.

 

Di beşeke din a gotara xwe de, Mele Bextiyar ragihand: “Li Rojhilata navîn , dema istiqrarê ye, dema dabînkirina mafê çarenivîsa gelan e, dema wê yekê ye ku mirov, mirov be, hevwelatî, hevwelatî be. Ew welatên me pêşbikevin, pêşkevtin eger ji welatekî ve bi welatê din ve neyê girêdan, eger çareserkirina arîşeyên navxweyîyên Îranê bi çaresekirina arîşeyên navxweyî yên Iraqê, yên Iraqê bi yên Sûriyê, yên Sûriyê jî bi Lubnanê û yên Lubnanê jî bi yên hemû herêmê ve neyên girêdan. bêguman nabe ku weke Ewropayê istiqrar (li wir) were cih”.

 

Di dawiya axavtina xwe de, wî berpirsê pilebilind ê YNKê got: “Em li bendê ne , ku Komara Îslamiya Îranê di hemû wan civînên ku li Astana û Cinêvê de tên kirin û têkildarin bi çareserkirina arîşeyên Sûriyê, Iraqê û deverê, her dem netewa dostê xwe ji bîr neke, ji bo dabînkirina mafên wan, ku ew jî netewa kurd e”