Şanda BDP û HDPê çû Îmralî


Stenbol (Rûdaw)- Wekîlên koma Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Pervin Buldan û Îdris Baluken û Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder ji bo bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne ber bi Îmraliyê ve ketin rê.

Li gor nûçeya DÎHAyê, şanda BDP û HDPê ji bo bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne îri sibehê ber bi Îmraliyê ve ketin rê.

Şadna BDP ev 15emîn car e diçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk tîne.

Şand herî dawî roja 11/1/2014 çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.

Serdna şanda BDP û HDPê di demekê de ku di çend rojên borî de dîmenên vîdyoyî yên Serokê PKKê Abdullah Ocalan di medyaya tirkî de belav bûne.

Derbarê vê mijarê de, Sirri Sureyya Onder ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got “Bi ti awayekî ew vîdyo nabe mijara serdana me bo Îmraliyê”.