Endamên encumena Pawe li ser destnîşankirina şaredar nakok in

 

Pawe (Rûdaw)- Nakokiyên encûmenên parêzgehên Rojhilata Kurdistanê bidawî nayên, nakokiya vê care jî li encûmena bajarê Pawe li parêzgeha Kirmaşanê derketiye holê.

Diyarkirina serdokê şaerdariyê bûyê sedema derketina nakokiyên di nava endamên encûmena bajarê Pawe de, ku ev nêzîkî 7 mehan e encûmenê nikariye kesekê bo posta serokê şaredariyê diyar bike.

Endamê encûmena bajarê Pawe,Heyder Îslamîniya, hokara vê yekê vedgerîne karnezanî û bêşêwiriya endamên encûmena bajêr ku ew bixwe nikarin biryar bidin.

Encûmena bajarê Pawe ji 7 kesan pêk tê, 3ê kesên kêmîne tometên mezin dixin stûyê her 4 endamên din ên encûmenê, di vê derbarê de Îslamîniya ku yek ji 3ê kesên nerzaî ye dibêje: “Kesên ji derveyî encûmenê dest dixin nava karên wê.

Ew kes berjewendiyên xwe diparêzin û pişta wan jî qayime.”

Ji aliyê xwe ve, serokê encûmenê ev yek red kir û got: “Ti seriyên cuda di encûmenê de nîne, her endamek rola wî di biriyardanê de heye, lê cudahiya nêrînan di nava encûmenê de heye.”

Bajarê Pawe 124 kîlometran dûrî Kirmaşanê û nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê ye, piraniya xelkê bajêr kurdên hewramî ne û hinek jî kurdên caf in. li gorî serjimêriya sala 2012an a Îranê, nifûsa Pawe 57813 kes e.