Li Mêrdînê pevçûna çekdarî: 3 kes birîndar bûn

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artukluyê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du koman de pevçûna çekdarî derket û 3 kes birîndar bûn.

Li Taxa Yenîşehîrê ya navçeya Artukluyê ya Mêrdînê di navbera du koman de ji ber sedemeke hîn nayê zanîn nîqaş derket, nîqaşa mezin bû guherî pevçûna çekdarî.

Di pevçûnê de B.A (20), S.K (40) bi çekê F.B (18) jî bi derbkirinê birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Derket holê ku xetereya jiyana B.Ayê heye û tîmên tenduristiyê ew veguhast Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst