Abdurrahîm Semavî: Ocalan dê dawiya vê mehê derkeve hepsa malê

15 demjimêr berê
RÛDAW
Abdurrahîm Semavî bû mêvanê bultena Rûdawê / Wêne: Rûdaw Grafîk
Abdurrahîm Semavî bû mêvanê bultena Rûdawê / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Abdurrahîm Semavî Abdullah Ocalan DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya berê ya Aqilmendan Abdurrahîm Semavî got, “Abdullah Ocalan dê dawiya vê mehê derkeve hepsa malê.”

Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re didomîne.

Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk û Şêwirmendiyê ya Temelê Abdurrahîm Semavî bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.

Abdurrahîm Semavî li ser hevdîtinên heyeta DEM Partiyê got:

“Hevdîtinên şandeya DEM Partiyê yên bi partiyên Kurdistanî re dê dawiya vê hefteyê werin kirin.

Civateke aqilmendan dê were avakirin.

Bi hunermend û rewşenbîrên Kurdan re jî dê hevdîtinek were kirin.”

Abdurrahîm Semavî li ser çûyîna heyeta DEM Partiyê ya Girava Îmraliyê diyar kir ku “li gorî rewşa hewayê dibe ku heyet 12-13ên mehê biçe Îmraliyê” û anî ziman:

“Abdullah Ocalan dê dawiya vê mehê derkeve hepsa malê.

Abdullah Ocalan dê bi xwe mixetab be.”

Abdurrahîm Semavî her wiha anî ziman:

“Berî Newrozê dê biryara danîna çekan were ragihandin.

Hatina gerîlayan a Tirkiyeyê dê serbest be û dê nekevin girtîgehê.”

Hinek xalên girîng ên ku Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk û Şêwirmendiyê ya Temelê Abdurrahîm Semavî anîne zimên wiha ne:

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst