Galeriya wêneyan

16 demjimêr berê
7 Photos
Bilind T. Abdullah

Zêdebûna parçikên pîs ên dûxanê ya di hewaya Hewlêrê de bûye sedema ku êvaran beriya wextê xwe tarî bibe.

Berî ku hewaya Hewlêrê pîs bibe, eger te ji Seyrangeha Dilopê ya ku dikeve bakurrojhilatê Hewlêrê li bajêr binêriya êvaran te hemû bajar didît lê niha rewş guheriye û tenê dûxaneke reş xuya dike.

Ev wêneyên bajarê Hewlêrê yên ji Seyrangeha Dilopê yên di navbera saet 16:00 û 17:00an de hatine girtin.

Niha dema avabûna rojê li Hewlêrê derdora saet 17:00an e lê wekî di wêneyan de xuya dibe, Hewlêr beriya wê demê tarî bûye.

Serokê Rêxistina Feleknasiyê ya Kurdistanê Ejî Çeto ji Rûdawê re piştrast kir û got:

“Qirêjbûna hewaya Hewlêrê bandor li ser ronahiya ku ji rojê digihêje bajar kiriye û ji ber vê yekê asmanê Hewlêrê êvaran çend deqîqeyan beriya dema xwe tarî dibe.”