HSD: Sivîlên ku diçûn Bendava Tişrînê hatin bombebarankirin

17 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Bendava Tişrînê Bombebaran Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hejmarek sivîl di rêya çûyîna ber bi Bendava Tişrînê de ji aliyê dronên Tirkiyeyê ve hatine bombebarankirin.

Îro bi hezaran kes ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şerî, bi girseyî ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand ku dronên Tirkiyeyê êrişî wê girseyê kir.

Li gorî daxuyaniya HSDyê "di encama êrişa Tirkiyeyê de şehîd û birîndar hene."

Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand ku Bendava Tişrînê çavkaniya sereke ya av û elektrîka xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û xelkekî zêde ji deverên din çûne wir da ku rê li ber êrişên Tirkiyeyê bigirin lê ji aliyê Tirkiyeyê ve bi dronan hatine armanckirin.

Beriya vê êrişê, HSDyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ji ber êrişên berdewam ên Tirkiyeyê û komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike metirsiya teqîna Bendava Tişrînê heye.

Bendava Tişrînê di navbera Minbic û Kobaniyê de ye û di bin desthilata HSDyê de ye.

 Ji sînorên Bakurê Kurdistanê 80 kîlometre dûr e.

Ji sala 1999an ve elektrîka deverên Rojavayê Kurdistanê dabîn dike, bi taybetî sînorên bajarê Kobaniyê, Minbic û gundên derdora wan.

Cihê êrişê

Cihê êrişê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst