Li Êlihê Qeza: 20 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê servîsa dibistanê û otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 20 kes birîndar bûn.
Li Êlihê servîsa ku xwendekar tê de bûn û otomobîla ku Nîmet K. diajot li hev ketin.
Di qezayê de 17 xwendekar, mamoste û şofêr sivik birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û poîs çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.
Hat zanîn ku xwendekar piştî çalakiya sînemayê li servîsê siwar bûbûn.