Li Êlihê Qeza: 20 kes birîndar bûn

17 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Êlih Qeza Xwendekar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê servîsa dibistanê û otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 20 kes birîndar bûn.

Li Êlihê servîsa ku xwendekar tê de bûn û otomobîla ku Nîmet K. diajot li hev ketin.

Di qezayê de 17 xwendekar, mamoste û şofêr sivik birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û poîs çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Hat zanîn ku xwendekar piştî çalakiya sînemayê li servîsê siwar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst