Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hesenqeleyê ya Erziroma Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,5 pileyan çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) daxuyand ku rewşeke neyînî nîne.
AFAD diyar kir ku erdhejê saet 04:30î rû daye û navenda wê Hesenqele ye.
Li gorî ku AFADê gotiye, kûrahiya erdhejê 14,8 kîlometre ye.
AFADê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku heta niha rewşeke neyînî nîne û xebatên wan ên li qadê didomin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse