PDK û YNK dicivin: Mijare sereke Kerkûk e

08-01-2024
Nîşan PDK YNK Kerkûk Parêzgarî Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ofîsên siyasî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dê di nava çend rojan de li Hewlêrê bicivin.

Endamê Serkirdayetiya YNKyê Ziyad Cebar ji Rûdawê re da zanîn ku “postê Parêzgariya Kerkûkê û diyarkirina postên din” babetên sereke yên civîne ne.

Ziyad Cebar herwiha destnîşan kir ku ji ber rewşa Kerkûk û Herêma Kurdistanê pêdivî bi civînên partiyên Kurdan heye.

Li gorî agahiyên ku Ziyad Cebar dane, YNKyê biryar daye bi hemû aliyan re bicive û beriya tevan jî PDKyê re bicive.

“Divê Kurd berê li mala xwe li hev bikin”

Ziyad Cebar li ser pêwîstiya vê civînê wiha axivî:

“Rewşa Kerkûkê, encûmena parêzgehê û parêzgarê nû babetên sereke yên civînê ne.

Li gorî YNKyê divê Kurd berê li mala xwe li hev bikin û paşê dest bi diyalogê bikin.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, dê di civînê de çend mijarên din ên wekî “ ewlehiya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên bi Bexdayê re yên li ser mûçe û budceyê” werin nirxandin.

Heta niha dema civînê nehatiye diyarkirin lê çavkaniyeke ji PDKyê ji Rûdawê re got:

“PDK amade ye ku ji bo ewlehiya Herêma Kurdistanê, rewşa Kerkûkê û herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Kurdistanê bicive.”

Endamê Ofîsa Siyasî ya YNKyê Rizgar Hecî Heme jî li ser diyarkirina parêzgehê Kerkûkê da zanîn ku divê bi hemû aliyan re diyalog bê danîn û “Divê berê bi PDKyê re bicivin û planekê deynin.”

PDK û YNK herî dawiyê 7ê Çiriya Paşîna 2023yan di asta bilind de civiyabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst