QAMIŞLO – Endamekî îstixbarata Sûriyeyê hat kuştin

08-01-2024
Nîşan Qamişlo Îstixbarata Leşkerî ya Sûriyeyê Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, endamekî îstixbarata leşkerî ya Sûriyeyê hat kuştin, yek jî hat birîndarkirin.

Li gorî agahiyên ku bi destê Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, bûyerê derengê şeva borî li gundê Siwêdiyeyê yê Qamişloyê rû daye.

Çend ciwanan li gundê Siwêdiyeyê rêya karwanekî leşkerî yê Sûriyeyê girtiye û wan êrişî karwên kiriye.

Di encamê de endamekî îstixbarata leşkerî ya Sûriyeyê hatiye kuştin, yek jî hatiye birîndarkirin.

Ev ciwan piştî êrişê ji cihê bûyerê reviyane.

Çavkaniyên Reveberiya Xweser dibêjin ku vî karwanê leşkerî dema derbasbûna xwe şêniyên gundên Qamişloyê bêzar kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst