Li Bedlîsê agir bi govê ket: 115 serî pez telef bûn

08-01-2024
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Agir Pez
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xîzanê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ji ber agirê ku di govê de derket 115 pez telef bûn.

Li gundê Hiritê di gova Rasîm Înalê ku 157 pezên wî lê diman, ji ber sedemeke ku nayê zanîn agir derket.

Li ser agahiya welatiyan ekîbên îtfaiye û cendirme çûn gund.

Ekîban bi alîkariya şêniyên gund midaxeleyî şewatê kir û hewl da pezên di axurê de rizgar bikin.

Di şewata ku hat kontrolkirin de gov ji kar ket û ji 157 serî pez 115 telef bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst