PSK: Eger em bibin yek em dikarin xwe bi rê ve bibin

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ragihand ku eger Kurd di hilbijartinên şaredariyan ên di 31ê Adarê de bibin yek dê bikarin xwe bi rêve bibin.

Meclîsa PSKyê  duh civiya, mijara hilbijartinên şaredariyan ên ku 31ê Adara 2024an nirxand.

PSKyê bi daxuyaniyekê encamnameya meclîsê eşkere kir.

“Polîtîkayên înkarkirinê di van deh salên dawî de zêde bûne”

PSKyê bal kişand ser girîngiya hilbijartinên şaredariyan û got:

“Di pêvajoya hilbijartinên herêmî yên ku dê di 31ê Adara 2024an de bên kirin,  gelê me û welatê me di pêvajoyek girîng re derbas dibe.

Polîtîkayên înkar û tundî yên ku li ser gelê Kurd tên kirin di van deh salên dawî de ji her demê zêdetir zêde bûne.

Îradeya gelê me bi polîtîkayên qeyûman ên ku bûne rûtîn tê paşguhkirin. Partiyên siyasî yên Kurd bi dosyayên cûr be cûr hatin girtin.

Qada siyasî ya Kurdan teng bûye û bêhn nayê standin. Herî dawî kampanya heqaret û lînçê ku bi teşwîqa dewletê li dijî nirxên netewî yên gelê Kurd hatiye destpêkirin, gihiştiye asteke xeternak.

Hebûn û nirxên netewî yên gelê me kirine hedefa êrîşên nijadperest û şovenîst.

Hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê ji bo rawestandina êrişên dijminane yên li dijî hebûna netewî ya gelê Kurd, nirxên pîroz derfeteke girîng e.

Li ser me ferz e ku em vê derfetê bikar bînin û pêvajoya înkar û çewisandina li ser gelê xwe paşve bixin.

Eger em di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de hêzên xwe bikin yek, em him dikarin xwe bi rê ve bibin û him jî bajarên xwe bikin baxçeyên ziman û çanda Kurdî.”

“Pêwîstî bi hevkariyê heye”

PSKyê amaje bi wê yekê kir ku ji bo Kurd bikarin li bajarên xwe serdest bin pêwîstî bi hevkariyê heye û got:

“Pêdivîya me bi hevkariyeke hilbijartinê heye ku hemû hêzên me yên netewî yên demokratîk, ciherengiya etnîkî, olî û çandî û kombûna rewşenbîrî bîne cem hev.

Hemû aktorên me yên siyasî dikarin ji bo berjewendiyên hevpar ên gelê xwe bên cem hev û di heman demê de jî taybetîyên xwe biparêzin û cudahîyên xwe wek dewlemendiyekê bihesibînin.

Hevkariya hilbijartinê ya berfireh, ne tenê dê bikaribe bajarên xwe bi dest bixin, belkî ji bo gelê me dikare bibe çavkaniyeke mezin a bawerî û moralê û navendek balkêş.

Hevkariya hilbijartinan a bi vî rengî dikare di paşerojê de ji bo tifaqên netewî yên mayînde û stratejîk jî bibe bingeheke xurt.

“Em dikarin hilbijartinan veguherînin referandûmê”

PSKyê tekez kir ku hesret û hêviya Kurdan ew e ku rêveberiya hemû bajarên Kurdistanê bi dest bixin û wiha domand:

“Hêz û îradeya me heye ku em bajarên xwe yên ku ji aliyê fizîkî, dîrokî û çandî ve hatine hilweşandin ji nû ve ava bikin.

Di destê me de ye ku em hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê bi şîara Li bajarên Kurdan cihê tı parteyeke sîstemê nîne’ veguherînin referandûmê.

Em dikarin bi encamên hilbijartina 31ê Adarê nîşan bidin ku em dikarin hem bajarên xwe hem jî welatê xwe bi rê ve bibin.

Hevkariya hilbijartinê ya ku hemû potansîyela siyasî ya Kurd tê de hebe, divê li gorî bernameyek ku daxwazên gelê Kurd ên bingehîn, lezgîn û demokratîk ên netewî di nav xwe de dihewîne pêk bê.

Daxwazên gelê Kurd

PSKyê daxwazên acîl ên Kurdan wiha rêz kirin:

“Naskirina nasnameya gelê Kurd di asta destûrî de,

Di qada giştî de naskirina zimanê Kurdî wek zimanê perwerdeyê û qebûlkirina wî wek zimanê fermî,

Bi hemû dewlemendiya xwe ji nû ve vejandina ziman, çand û dîroka Kurdî,

Eşkerekirina gorên rêberên Kurd ên windakirî,

Vegerandina navên Kurdî yên hemû cîh û warên dîrokî, erdnîgarî û çandî,

Bidawîkirina dosyayên girtina partiyên siyasî yên Kurd û tolhildana ne rewa ya li dijî kadroyên siyasî yên Kurd,

Naskirina mafê gelê Kurd ku di welatê xwe de xwe bi rê ve bibe û hwd.”

PSKyê diyar kir ku ev tiştên li jor rêzkirine divê di nav hevkarên hilbijartinê de xalên hevpar bin.

“Meclîsên bajaran dikare erkek dîrokê hilgire ser milên xwe”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Hevkariya Kurd a ku di hilbijartinên 31ê Adarê de bê avakirin, ne tenê di mijara maf û azadiyên bingehîn de dikare têkoşînek hevpar derxe holê, di heman demê de rêveberiyên herêmî jî ji bo pêkanîna van daxwazan veguherîne fersendekê.

Meclîsên bajaran dê di bin rêveberiya hêzên neteweya demokratîk a Kurd de bibin meclîsên herêmî.

Meclîsên ku em dê bi rê ve bibin xwedîyê erkek dîrokî ne ku dikare nasnameya Kurdî bidin naskirin, Kurdî wek zimanê perwerdeyê vejînin, navên Kurdî vegerînin, di warê ziman, çand û dîroka Kurdî de xebatên bi bandor bikin, bîranînên mezinên Kurd payedar bikin û ji bo nifşên nû yên saxlem, berpirsiyar û hişmend bigihînin, dikare erkek dîrokê hilgire ser milên xwe.

Bi rêveberîya meclîsên hevpar em dê hewl bidin ku meclîsên herêmî ji bin wesayeta meclîsa navendî derkevin û bandora meclîsa navendî ya li ser meclîsên herêmî dakeve asta herî kêm.

Ji bo ku walî, qeymeqam û midûrên polîsan bi hilbijartinan bên ser desthilatdariyê dê têkoşînek çalak bê meşandin.

Bi girtina rêveberiya hemû bajarên me, di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de, em dikarin berê pergala sîstema ezperestî û navendperestiyê bidin sîstema navendî ya ademî.

“Hilbijartînên 31ê Adarê dikare sîstema otorîter veguherîne federalîzmê”

PSKyê herî dawî got:

Heger em di hilbijartinên 31ê Adarê de serkeftineke mezin bi dest bixin, em dikarin bi awayekî defakto bibin xwedî derfet ku em welatê xwe bi rê ve bibin.

Encamên hilbijartînên herêmî yên 31ê Adarê dikare sîstema navendperest û otorîter a ku çavkaniya hemû pirsgirêkan e, veguherîne federalîzmê.

Tiştê ku ji bo vê yekê bê kirin, divê hemû aktorên siyasî, aliyên ku di tekoşîna gelê Kurd de dibêjin em hene, bi berpirsiyarî, bi pêşbînî  û li ser bingeha berjewendîyên netewî, nêzîkatiyekê raber bikin.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ji bo bicihanîna armancên ku li jor hatine diyarkirin dê bi hişmendî û berpirsiyariyeke mezin helwest û têkildarîya xwe berdewam bike.”