Rêveberiya Xweser: Li gorî Peymana Civakî dê hilbijartin bên kirin

Hewlêr (Rûdaw) - 12ê Kanûna Pêşîna 2023yan, Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Peymana Civakî ku wekî destûr tê naskirin pesend kir.

Hevserokê Encûmena Rêveber a Rêveberiya Xweser Hisên Osman diyar kir ku yek ji berhemên vê peymanê hilbijartin e ku dê li seranserê navçeyên rêveberiyê bên kirin.

“Divê Komisyona Hilbijartinan a Serbixwe bê avakirin”

Hevserokê Encûmena Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman got:

"Di dema bê de wê hilbijartin li navçeyê bên kirin. Lewra ji bo em bîr û baweriyên demokrasiyê belav bikin, divê em rewşenbîriya demokrasiyê bi awayekî pratîk cîbicîh bikin,

Ji bo vê yekê divê Komisyona Hilbijartinan a Serbixwe bê avakirin û girêdayî Encûmena Gelan a Demokratîk be, da ku bikaribe serperiştiya hilbijartin, gilî û encaman bike."

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar Hisên Osman derbarê serkeftina sîstem û Peymana Civakî de gelekî geşbîn e.

Osman tekez kir ku ew dixwazin Peymana Civakî li hemû Sûriyeyê bê cîbicîhkirin da ku bibe bingeha çareseriya siyasî.

“Peymana Civakî maf û azadiyan misoger kirine”

Hisên Osman wiha domand, "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstema demokrasî û prensîpên biratiya gelan û neteweya demokratîk cîbicîh dikin.

Êdî peymanê maf û azadiyên hemû pêkhate û gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê misoger kirine.

Lewra vê yekê wiha kiriye ku sîstema Rêveberiya Xweser bê hevrik be. Hemû aliyan qebûl dike û baweriya wê bi beşdariya hemû aliyan a di rêvebirinê de heye."

Piştî destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyê, bi taybetî di 21ê Kanûna Paşîna 2014an de, Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê hat damezrandin daku bikaribe navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê birêve bibe.

Niha Rêveberiya Xweser parêzgehên Hesekê, Reqa, rojhilatê Dêrezorê û beşekî parêzgeha Helebê li xwe digire.