Li Amedê dayika 2 zarokan hat kuştin, hevjînê wê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jinek li malê  kuştî hat dîtin.

Hevjînê wê wek gumanbar hat destserkirin.

Li gorî zanyariyan îro piştî nîvro, li taxa Korhatê ya Amedê, kesê bi navê N.B pêwendî bi tîmên tenduristî re kir û ji wan re got ku hevjîna wî ya bi navê Pervîn Bal li malê hatiye kuştin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di pişkînên wan de derket holê ku Pervîn Bal bi derbên çar kêrê hatiye kuştin.

Tîmên tenduristiyê termê Pervîn Balê ku dayika 2 zarokan e ji bo karûbarên otopsiyê bir Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Amedê.

Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin û hevjînê Pervîn Balê, N.B wekî gumanbar hat destserkirin.

Hat ragihandin ku karûbarên îfadeyê yên N.B li navenda ewlehiyê berdewam dike.