Li Xarpêtê qeza: Kesek mir û kesek jî birîndar bû

08-01-2024
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di encamê de kesek mir û kesek jî birîndar bû.

Otomobîla E.A diajot li 45emîn kîlometreya rêbeja Xarpêt-Meletiyê ji kontrolê derket û li bariyerê qelibî.

Di qezayê de Ramazan Bulut li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û şofêr jî birîndar bû.

Li ser agahdakirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê şoferê birîndar bi ambûlansê bir nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst