Serok Barzanî Balyozê Fransayê yê Îraqê qebûl kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Balyozê Fransayê yê Îraqê Eric Chevallier qebûl kir.

Balyozê Fransayê yê Îraqê Eric Chevallier bi boneya bidawîhatina erka xwe û xatirxwestinê li Pîrmamê çû serdana Serok Mesûd Barzanî.

Ofîsa Serok Mesûd Barzanî derbarê hevdîtina bi Balyozê Fransayê yê Îraqê Eric Chevallier re daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Balyozê Fransî Chevallier ji bo hevdîtina xwe ya bi Serok Barzanî re kêfxweşiya xwe aniye ziman.

Li gorî daxuyaniyê Chevallier, ji dema ku wekî Balyozê Fransayê li Îraqê kar kiriye ji ber rol û piştgiriya wî ya berdewam spasiya Serok Barzanî kiriye.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hate ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Îraq û navçeyê û bûyerên vê dawiyê hatin gotûbêjkirin.

Li aliyê din Serok Mesûd Barzanî jî ji ber rola wî ya ber bi çav ku karibiye pêwendiyeke baş bi hemû aliyên Îraq û Herêma Kurdistanê bike spasiya Balyozê Fransî kiriye û ji bo erka wî ya nû hêviya serkeftinî jê re xwestiye.

Di derbarê rewşa Îraqê de jî her du aliyan tekez li ser wê yekê kir ku divê Hikûmeta Federal a Îraqê ewlehiya Îraqê û serweriya yasayê biparêze.

Pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê û tedbîrên ji bo baştirkirina wan pêwendiyan mijareke din a hevdîtinê bû.