Diyanetê bêyî ku behsa Kurdî bike bersiva daxwaza Kurdî da

08-01-2024
RÛDAW
Nîşan Diyanet Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Diyanetê ya Tirkiyeyê bersiva daxwaza xutbeyên Kurdî da, “Em ji bo berfirehkirina zimanan dixebitin.”

Saziya Karên Diyanetê ya Tirkiyeyê ragihand ku ew xutbeyên înê û cejnan li ser sîstema e-devletê bar dikin û welatî dikarin bi zimanên Tirkî, Erebî, Almanî, Fransî, Îngilîzî, Rûsî, Îtalî û Spanî bixwînin.

Biryara Diyanetê ya ku Kurdî tê de nebû bûbû sedema nerazîbûna Kurdan.

Serokê Komeleya Zimanê Kurdî (HEZKURD) Suphi Ozgen, wê demê serî li Diyanetê dabû û ji bo wergerandina xutbeyan daxwaza zêdekirina zimanê Kurdî kiribû.

Diyanetê 2ê Kanûna Paşînê bêyî ku di nivîsa xwe de behsa Kurdî bike, bersiv da HEZKURDê.

Suphi Ozgen li ser hesabê xwe yê tora civakî bersiva Saziya Diyanetê belav kir û got:

“Bersiv hat lê ne bes e. Ji ber ku Serokatiya Karên Diyanetê di nav 8 zimanên ku di înternetê de xutbeyê dinivîsin; me bertek dabû û me daxwaz kiribû him di nav xutbeya dîjîtal de cih bidine Kurdî û him jî li herem/bajarên ku piraniya wan Kurd in xizmeta fîîlî xutbeyê jî bi Kurdî bidin.

Baş e gotine, em ji bo berfirehiyê dixebitin. Em ji saziyên dewletê daxwaz dikin êdî di xizmetên giştî de Kurdî jî bi kar bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst