Bakurê Kurdistanê: Werzişa kaşûnê bala geştyaran kişand ser xwe

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hatina zivistanê û barîna berfê re werzişa kaşûnê zêdetir bala geştyaran dikişîne.

Navenda Kaşûnê ya Palandokenê ku ji navenda bajarê Erziromê 5 û ji balafirgeha bajêr jî 20 kîlometreyî dûr e wiha dike ku geştyar dikarin bi hêsanî xwe bigihînin wê derê.

Bi destpêkirina demsala nû ya kaşûnê re, kaşûnhezan wekî her sal berê xwe da wê navenda kaşûnê ya li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê.

Geştyara bi navê Ayşe Ozeren got:

“Wek hûn dibînin hewa xweş e. Ez bi keça xwe re hatim ji bo ku em xwe bi şemitînin.

Navenda Palandokenê gelekî fireh e û xweş e. Sitûrî û kalîteya berfa vê derê gelekî baş e. Hewa xweş jî ji bo me bû derfetek.”

Li ser rêya Tetwan û Bedlîsê jî navendeke kaşûnê heye û piraniya geştyaran bi malbatî hatine û ji bo hinek kesan cara yekemîn e ku xwe bi kaşkaşokê dişemitînin.

"Baş e ku cihekî wiha heye"

Geştyar Tugba Çelîkê anî ziman:

“Carinan em li ber deriyê xwe jî xwe dişemitînin lê zêde tecrûbeya min nîne.

Hewa jî navend jî gelekî xweş e. Gotin cihekî wiha heye em jî hatin. Baş e ku cihekî wiha heye.”

Erzirom û Bedlîs ji wan parêzgehên herî sar ên Bakurê Kurdistanê ne û piraniya zivistanê berf nêzîkî 2 metreyan bilind dibe.

Li gorî amarên fermî yên parêzgehan salane zêdeyî milyonek geştyarên xwecihî û biyanî berê xwe didin vê herêmê.