Kembera Erebî li Hewlêrê: Nifûsa Ereban paytext dorpêç kiriye!
Hewlêr (Rûdaw) - Di van salên dawî de nifûsa Ereban li çar aliyên Hewlêrê her ku diçe zêde dibin. Malbatên ku ji parêzgehên cuda yên Iraqê ji ber sedemên wekî ewlehî, zehmetiyên darayî û hişkesalî tên bandorê li avahiya demografiya paytextê dikin. Nebûna plansaziyek ji bo kontrolkirina vê zêdebûnê dibe sedem ku pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî zêde bibin û ji bo pêşerojê metirsiyek potansiyel çêbike.
Tîma Rûdawê li ser zêdebûna bê rawestan a nifûsa Ereban li paytext Hewlêrê lêkolîn kir. Bi taybetî di van salên dawî de, malbatên qelebalix û xizan ji deverên cuda yên Iraqê tên, li der û dorên paytextê bicih dibin. Ev rewş dibe sedem ku hem rû û hem jî avahiya demografiya van herêman biguhere.
Kanî Qirjale, ku 26 kîlometre li rojavayê Hewlêra paytext, bi rewşa xwe ya nû dişibihe taxên Necef, Kerbela, Tikrît an jî Bexdayê yên Iraqê. Cihê ku berê Kurd lê dijiyan, niha nîvê wê ji Ereban pêk tê.
Ratab Mihemed, ku ji bajarokê Tel Ebyed ê Mûsilê ye, bi malbata xwe ya mezin re li Kanî Qirjale di xaniyekî 2 odeyî yên wêranbûyî de dimîne û bi kirêya xanî mehane 120 hezar dînar (82 dolar) ye. Ratabê ku 53 salî, 13 zarokên wî hene, yê herî biçûk 8 mehî û yê herî mezin jî 25 salî ye. Malxweyê malbata 15 kesî diyar kir ku ew li bajarê xwe bi ajeldariyê re mijûl dibû, lê ji ber hişkesaliyê pirsgirêka wî ya aborî çêbûye, ji ber wê jî hemû milkê xwe firot û 7 meh berê li Kanî Qirjale bi cih bû.
“Em bi keda xwe ya helal dijiyan, gundê me hebû, berhemên me hebûn. Zarokên me li zeviyan dixebitîn, lê ev du sê sal in ku êdî berhem tinin. Li herêma me kar tine. Şikir ji Xwedê re em niha li vir dixebitin û dijîn. Rojane 10 hezar dînar dahata me ji bo her kesekî heye, ev jî bi karî ve girêdayî ye, carinan em yek du caran derdikevin kar. Şikir ji Xwedê re sê ciwanên min dixebitin û ez jî heme. Em li hala sebzeyan dijîn, karê me heye. Ka em bibînin Xwedê berê me bide ku derê. Belkî li welatê me karekî me hebe û em vegerin. Belkî jî em her li vê derê bimînin.”
Ratab qet neçûye dibistanê û nexwendewar e. Ji dema ku hatiye Kanî Qirjale zarokên wî jî naçin dibistanê. Ew jî dibêje niyeteke wî ya wiha tune. Zarok an li kuçeyê dilîzin an jî bi mezinên xwe re li hala sebzeyan dixebitin.
Yek ji zarokên Ratab, Far dibêje "Ez dixwazim biçim dibistanê, lê ji bo xwendinê pere lazim e. Derfeteke me ya wisa nîne. Cilên me jî nînin."
Li gor qeydên Brêveberiya Ewlekariyê ya Kanî Qirjalê, ji 1500 malbatên ku li Kanî Qirjalê dijîn 750 ji wan Ereb in. Lêbelê, heman tomar nîşan dide ku 30 malbatên Ereb di sala 2012 de li Kanî Qirjalê dijiyan. Li Kanî Qirjale hejmara malbatên Kurd û Ereb wek hev e. Lê her malbateke Ereb bi navgînî ji 10-15 kesan pêk tê.
Tîma Rûdawê li Kanî Qirjalê li tax û kolanan geriyan. Yên ku bi wan re hevpeyvîn hatiye kirin dibêjin ku wan ji ber pirsgirêkên ewlehî, bêkarî, nebûna xizmetguzariyê û ziwabûna salên dawî malên xwe terikandine û koçî Herêma Kurdistanê kirine. Piraniya nifûsa Ereban li Kanî Qirjalê ji wan kesên ku di van salên dawî de ji Mûsilê hatine pêk tê. Ev rewş bi hêsanî nîşan dide ku Hewlêr ji parêzgehên cuda yên Iraqê di nav pêla koçberiyê de ye.
Xelef Cedo ku ji navçeya Baac, rojavayê Mûsilê, li ser sînorê Rojaavayê Kurdistanê hatiye dibêje “Beriya hatina DAIŞê em dewlemend bûn, erd, pez û dewarên me hebûn. Lê ne mal û ne jî milk man, em bi cil û bergên li ser xwe reviyan û hatin vir. Ez ji Kampa Holê (li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê) hatim. Em ketin vî halî. Niha zarokên min dixebitin, lê bi rastî kar tuneye. Zarok qutiyên vala berhev dikin. Ji bilî vê ti karekî din nîne. Dayika wan jî heman karî dike.”
Abdurrahman Omer ku xelkê Kanî Qirjale ye, Kurd e. Ew bixwe jî dibêje ku ew ji guherîna vê dera ku ew lê ji dayik bûye û mezin bûye matmayî maye û wiha tîne ziman:
“Bi Xwedê, ez fêm nakim ku mesela li vê derê çi ye! Ji ku derê tên? Tev Ereb in. Ger wisa bidome, 10 sal şûnde em ê li vir bibin kêmnetewe. Kesên li vir ji dayik bûne, bi awayekî xwezayî dê li Hewlêrê bên qeydkirin û wek Kurdan bibin xwediyê heman mafan. Nizanim, hikûmet çi difikire, dê di paşerojê de çi bibe? 5 zarokên min hene, lê maşallah yên wan ên herî biçûk 6-7 zarokên wan hene. Dest û derdorên jinên ciwan ên 17-18 salî ji zarokan tije ne. Ez nikarim ji vê yekê re tiştekî bibêjim, helbet dana Xwedê ye, lê pirsgirêka me êdî bûye pirsgirêka nasnameyê. Heger wiha berdewam bike ewê bibin piranî û em jî bibin kêmîne li Herêma Kurdistanê.”
Yek ji niştecihên Kanî Qirjalê Abdulkadîr Sabîr jî dibêje “Her wiha ji me re kar nehiştin. Pîkape min heye ku ez pê bar vediguhezînim. Ez lîtreyek benzînê bi hezar dînarî dikirim, lê ji ber ku ew penaber in, bi kuponê bi 450 dînarî distînin. Ez 25 hezar dînar ji bo xercê barkirinê dixwazim, lê ew 15 hezar pêşkêşî dike û bi awayekî xwezayî muşterî wî tercîh dike. Ya rast ev e ku êdî gel ne me, lê wan tercîh dike.”
Ofîsên xaniyan ên li Kanî Qirjale diyar dikin ku li hemberî vê rewşa nû bihayê xaniyên li wê derê qat qat zêde bûne.
Emlakfiroş Yasîn Abdurrahman got “Dema ku 3 sal berê xwepêşandanên Cotmehê li Bexdayê dest pê kir, gelek malbatên Ereb li Hewlêrê bi cih bûn. Wan piraniya apartmanên li ser rêya Kerkûk û Mûsilê kirê kirin. Carinan me rojê 20 xanî dida kirê. Ji wan re ferq nake ku daîre kevin e an rûxiyayî be. Lê piraniya wan li şêniyên derdora Hewlêrê bi cih bûne. Her yek ji malbatên ku li vir dijîn ji her zarokekî re 350 hezar dînar (239 dolar) ji aliyê rêxistinên sivîl ve tê dayîn. Beşek ji wan yan di gumrikê de yan jî di kompanyayên Kurdistanê de kar dikin û rewşa wan ji ya me baştir e.”
Li komelgeha Kawa ya li bajarokê Quştepe ku 10 kîlometre dikeve başûrê Hewlêrê jî rewş bi heman rengî ye. Bi rastî hejmara malbatên Ereb li vir ji ya Kurdan zêdetir e.
Di sala 2013an de 350 malbatên Kurd û 12 malbatên Ereb li komelgeha Kawa dijiyan. Niha 926 malbatên Ereb û 533 malbatên Kurd dijîn. Wek şexs 3 hezar û 454 kurd û 5 hezar û 461 ereb li vê komelgehê dijîn.
Şaredariya Quştepeyê 3 meh in destûr nade ku li herêmê avahiyên nû bên çêkirin. Lê malbatên ku li komelgeha Kawe xwedî erd in avahiyên nû çêdikin û bi kirê didin malbatên Ereb û ev jî xwe re dikin çavkaniya debarê. Ereb bi piranî vê komlegehê tercîh dikin ji ber ku nêzî Hewlêrê ye.
Malbateke Ereb a 14 kesî ku di sala 2008an de ji navçeya Baacê hatiye, li komlegeha Kawayê jiyana xwe didomîne. Jina malê gazinan ji kêmbûna kar û xizmetê dike.
Lê belê şaredarî û rayedarên herêmî balê dikişînin ser wê yekê ku ji ber zêdebûna hejmara mal û nifûsa li komelgehê bi lez û bez pirsgirêkên wan ên xizmetguzariyê hene.
Muxtarê komelgeha Kawayê Mihemed Reşîd anî ziman “Berê li vir malên kirê tunebûn, her kes di mala xwe de bû. Niha xaniyên kirê tije ne. Kirê heta 150-200 hezar dînar e.”
Necat Muhammed yek ji rûniştvanên komelgeha Kawa ragihand “Ereb niha dibistanên xwe yên taybet hene. Kurd naçin wan dibistanan. Ew jî nayên dibistanên me. Ger wisa bidome dê di dawiyê de tiştên din derkevin holê. Wek mînak me di referandûmê de ji bo serxwebûnê got erê. Lê eger di pêşerojê de li vir referandumek çêbibe, dibe ku li dijî me derkeve.”
Amanc Necat jî dibêje “Em kurd ji welatê xwe hez dikin. Tiştên ku di destên me de ne em diparêzin. Ez mînakekê bidim. Dema ku hewcedariya me tune be, em avê digrin da ku bermah nebe. Lê dema ku tu lê dinêrî boriyên wan û muslixên wan her tim vekirî ne. Rewşên bi vî rengî bandorên neyînî li ser jiyana me dikin.”
Li komelgeha Behirke ya li bakurê Hewlêrê di hejmara Ereban de zêdebûneke berçav heye. Li komelgehê ji 10 kesan 4 kes Ereb in û hema bêje li taxekê dibistanên xwe yên taybet hene.
Mihemmed Yasir bi hevjîn û du zarokên xwe yên ji Bexdayê nêzî mehekê ye hatine li vir bi cih bûye. Mihemed Yasir û hevjîna wî ku Erebên Sunnî ne, mamostetiyê dikin. Tayîna herduyan jî ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve ji Bexdayê anîne Hewlêrê.
Bi taybetî zêdebûna desthilatdarî û bandora Heşda Şeibî û nakokiyên Sunne û Şîe ji wan sedemên din in ku bûne sedema koçberbûna xelkê sunne.
Mihammed Yasir sedema ku Hewlêr tercîhkirine wiha tîne ziman:
“Di navbera Kurd û Şîeyan de ferqeke mezin heye. Wek mîna, min tu carî nebihîstiye ku Kurdek gotiye 'tu Ereb î, ez Kurd im'. Lê li wê derê... Na dibêjin `tu sunne ez şîe me.` Belê wiha dibêjin. Dema ku mirov ji malên xwe derdikevin, li cîhek aramtir ji bo jiyanê digerin. Dixwaze biçe nav mirovên baş. Nêzikatiya mirovan li vir pir, pir baş e. Eger veberhênanek wî hebe, ew ê li cîhek aram bike. Ez hêvî dikim ku li vir xaniyek bikirim. Min biha xanîyan jî pirsî. Keça min a mezin zewicî ye û difikire ku li vir xaniyek bikire. Herwiha kirêya xaniyan li Bexdayê ji 1 milyonî (dînar) dest pê dike. Li vir 350 hezar dînar e. Îcar li vir ez dikarim bi wî pereyî 3 xaniyan kirê bikim.”
Weke li Kanî Qirjalê û Quştepe, li Behirkeyê jî çêkirina avahiyan hatine rawestandin. Ji ber vê sedemê li Behirke daxwaza kirêkirina xaniyan gelek zêde bûye.
Xwediyê ofîsa emlakê Burhan Mihimmed got “Eger em bifikirin ku Ereb ji me re pere û kar tînin, piştî 3-4 salan dê rewşa me bibe ya filistînê. Îro kirêdarê we ye lê sibê ew dikare bêje 'ji vir derkeve, ev ya min e'. Kirêdarên me bi 200 hezar dînar xanî peyda nakin, lê ew bi rehetî dikarin 300 hezar dînar bidin kirê. Eger di van 10 rojên dawî de min 3 xanî bi kirê dabe, min 2 xanî jî firotiye. Em her girêbesta kirê û xaniyan dişînin Asayişê. Eger ku astengî tune be qebûl dikin û dipejirînin, bi vî awayî em kirê dikin an difroşin. Xelk ji her derê tên, lê piranî ji Bexda, Rumadî û Mûsilê tên. Gelek ji wan kesên ku berê li vir bûn hê jî li vê derê dimînin. Sunnî ji Şîeyan bêhtir tên.”
Berpirsê herêma Behirke ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Xusrew Ezîz got “Piraniya kesên ku ji Mûsilê yan jî cihên din tên bi mûçe ne. Her meh mûçeyê wan tê razandin û ji vir vedikişin. Me bi rastî fêm nekir. Li vir dijîn û qet neçûne kar, lê mûçeyên wan tê dayîn. Em bibêjin di nav wan de teqawît jî hene. Yên ku ji leşkeriyê yan jî ji saziyên din teqawît bûne jî hene, lê piraniya wan ne wisa ne. Ji fermanberên me bêhtir mûçe werdigrin.”
Wêneyên li Bahirkeyê dişibin wêneyên li cihên din ên li derdora Hewlêrê yên vê dawiyê. Tê dîtin ku jin û zarok ajelan xwe xwedî dikin û hin malbat deve jî xwedî dikin.
Malbateke Ereb, ku ew jî ji Baacê ye, li avahiya ku berê ofîsa elektrîkê bû li Girdeçal, li nêzîkî Behrike, dimîne. Seqar Xelîfe tevî du jinên xwe, 8 zarok û 5 neviyên xwe li vir dimîne.
Saqar diyar kir ku di sala 2005'an de bi malbata xwe ya 60 kesî re hatiye vir û di vê pêvajoyê de 7 zarokên wî di temenê biçûk de jiyana xwe ji dest dane.
Meysa Elî hevjîna Saqar got “Ez bi 8 zarokên xwe re li vir dijîm. Bavê zarokan karker e, ti mûçeyê wî tune. Sê ji zarokan diçin dibistanê. Du di pola 5emîn de ne û yek jî di pola 6emîn de ye. Ew kerr e û nikare bixebite.”
Endamên malbatê dibêjin, ji ber ku piraniya zarokên wan li Hewlêrê ji dayik bûne, qet nafikirin ku ji vir herin.
Saqar diyar kir ku ew ji ber ewlehiyê li vir dimînin û wiha berdewan dike “Li Mûsilê rewş ne baş bû, em jî ji bo aştî û ewlehiyê hatine vir. Ev der ji bo malbata min û zarokên min çêtir e. Li vir gelek eşîrên me yên cuda hene. Cubur, Şemer, em tevlihev bûne. yên ji Rebîa û Baacê hatine jî hene û yên ji Şingalê jî hatine hene. Em hemû hatin vir ji ber ku ewleh bû. Niha hinek xizmên me li Duhok û Silêmaniyê ne.”
Saqar dibêje ji ber nexweş e nikare bixebite, yek ji zarokên wî di kargeheke brîketan de kar dike û zarokên wî yên din ên temenê wan di navbera 2 û 9 salî de bi komkirina qutiyên vala debara xwe dikin.
Mehmûd kurê Saqar hînî kurdî bûye. Ew dibêje, ew û xwîşkên xwe her roj diçin qutiyên vala kom dikin û bi 750 dînaran difiroşin.
Nifûsa naverast û başûrê Iraqê jî di van salên dawî de bi lez zêde bûye. Sedema vê zêdebûnê ji baweriya olî û çanda Ereban tê. Ji bo Ereban xwedîkirina gelek zarokan ji kalîteya jiyanê girîngtir e, ev jî tê wateya ku bibin xwedî nifûseke zêde.
Lê nebûna ti planeke kontrolkirina nifûsê ji bo koçberî û zêdebûna nifûsa Hewlêrê dibe sedema gelek pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî, û destpêka guhertina pêkhateya demografîk e.
Zêdebûna rêjeya zarokên Ereb ên nexwendewar, bêkariya ciwanan û zêdebûna hejmara karkerên kolanan û heta parsekan jî dibe pirsgirêk, Ji aliyekî din ve nebûna derfetên kar ji bo xortên Kurd xuya dike ku pirsgirêka herî diyar a civakî û aborî ye ku di demek nêzîk de rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê rûbirûyê wê dibin.
Civaknas Omîd Enwer li ser vê nijarê dibêje “Piraniya şoreşên me û pirsgirêkên me ligel hikûmetên Iraqê ji bo ku rê nedin guhertina pêkhateya demografîk li navçeyên Kurdistanî pêk hatin. Lê niha em hest dikin ku demografiya bê ku haya kesî jê hebe û bê lêkolînkirina encamên wê tê guhertin. Demografiya niştecihên derdora Hewlêrê guherî, ji sedî 50ê yên ku tên dê venagerin.”
Civaknas diyar dikin ku di çanda Ereban de peywira zarokan piştgirîkirina malbatên mezin e û wiha şîrove dikin “Dibe ku ev çand bikeve nav me. Parçebûn çê bibin. Tişta ku em niha behs dikin, 5-10 sal şûnde dibe ku encamên wê di civaka me de derkeve. Ji vê yekê mirov dikarin bên mehkûmkirin, mirov sûcên giran bikin û heta bên kuştin jî.”
Pisporê nifûs û erdnîgariyê Dr. Xelîl Îsmaîl dibêje, niha Hewlêr tijî Ereb bûye û ragihand “Ev ne xeteruyeke ewqas mezin e. Lê niha qanûna tomarkirina erd û kadastroyê dibêje, her Erebek ku tê Hewlêrê, mafê wî heye ku bibe xwedî milk, çi xanî, çi avahî, çi sazî û çi şirket be. Bi rastî jî ev yek dê misoger bike ku Erebên ku ji ber şert û mercên taybet li herêma xwe hatine Hewlêrê û bi cih bûne, dê mayînde bin.
Piraniya malbatên Ereb ên ku tîma Rûdawê bi wan re hevpeyvîn kiriye, tekez dikin ku niyeta wan a vegerê nîne û li vir rewşa wan baştir e.
Bi salan e behsa çarenivîsa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê tê kirin. Di demekê de ku erebkirina navçeyên din ên kurdî bi taybetî Kerkûkê berdewam dike, hêdî hêdî koçkirina derdora Hewlêrê rûyê bajêr diguherîne. Eger em cudahiyên etnîkî bidin aliyekî jî, pirsgirêkek girantir heye; Di demeke nêzîk de li derdora navenda bajarê Hewlêrê derketina taxên mezin ên xizanan.