Parlamentoya Kurdistanê dê reşnivîsa yasaya efûya giştî gotûbêj bike

Hewlêr (Rûdaw) – Li Parlamentoya Kurdistanê bi amadebûna Seroka Parlamentoyê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kursitanê û Wezîra Karûbarên Civakî, dê civînekê derbarê reşnivîsa yasaya efûya giştî were kirin.

Rêveberiya Giştî ya Çaksaziyan a Herêma Kurdistanê Îhsan Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand ku Seroka Parlamentoyê Rewas Fayiq û Serokê Komîteya Mafê Mirovan Romyo Hekarî di civînê de amade dibin û ji hikûmetê jî Wezîra Karûbarên Civakî Kwêstan Mihemed û ji Serokatiya Herêma Kurdistanê jî, Serokê Dîwana Serokatiyê Fewzî Herîrî amade dibin.

Rêveberiya Giştî ya Çaksaziyan a Herêma Kurdistanê Îhsan Ebdulrehman diyar kir ew reşnivîsa ku hatiye amadekirin, ji 17 madeyan pêk hatine û ji reşnivîsên salên 2007, 2012, 2017 hatine komkirin.

Îhsan Ebdulrehman destnîşan kir dibe ku heta biharê ew yasa amade be û nêzîkî 2 hezar kesan li xwe bigire.