Li Duhokê santraleke enerjiya rojê hate vekirin

08-01-2023
Bijar Zubêr
Nîşan Duhok Santrala Rojê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Amerîkayê yê Iraqê pêşwazî li vekirina santrala berhemanîna elektrîkê ji tîrêjên rojê ya ku dikare 2 megawatt elektrîk çê bike li Zankoya Duhokê vekir. Rêveberê Giştî yê Elektrîkê yê Duhokê ji Rûdawê re ragihand, projeyek mezintir tê plankirin.

Balyoza Amerîkayê ya Bexdayê Alina Romanowski roja Şemiyê 7ê Çileya 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê got, “Bi vekirina santraleke rojê ya 2 MW li Zankoya Duhokê bikaranîna enerjiya ku tê nûkirin berfireh dibe.”

Proje bi 2 milyon dolaran hatiye çêkirin

Rêveberê Giştî yê Elektrîkê yê Duhokê Şakir Mehmûd roja Şemiyê 7ê Çileya 2023an ji Rûdawê re ragihand, ew proje ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hatiye fînansekirin.

Li gorî Balyoza Amerîkayê, Ajansa Pêşketinê ya Navdewletî ya Amerîkî (USAID) jî beşdarî fînansekirina projeyê bûye. Romanowski got, “Santral dê enerjiya pak ji zêdetirî 300,000 kesan re dabîn bike û armanc dike ku salane 1,800 ton karbon kêm bike.”

Şakir Mehmûd diyar kir ku santralê di destpêka vê mehê de dest bi berhemanîna enerjiyê kiriye, bi tora belavkirina Elektrîka Nîştimanî ve hatiye girêdan û bi vî awayî dibe yekem projeya bi vî rengî li Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Şakir Mehmûd ragihand, ji ber ku santral bê batarya ye, tenê bi rojê dikare elektrîkê bide, tê pêşbînîkirin ku ew cihên ku bi şev kar nakin, jê sûd werbigirin.

Santral ji 3 hezar 700 panelan (an jî textên wergirtina tîrêjên rojê) pêk tê, her yek 540 watt elektrîk berhem tîne.

Bi berhemanîna 2 megawatan, proje tenê ji sedî 0.2ê pêwîstiya elektrîkê ya Duhokê dabîn dike lê plan heye ku di paşerojê de şiyana wê ji bo 10 megawat were zêdekirin.

Şakir Mehmûd anî ziman, “Niha ji ber ku zivistan e û roj zêde dernakeve, şiyana berhemanîna santralê digihêje 1.4 MW lê di havînê de dê bigihêje kapasîteya herî zêde ya 2 MW.”

Plana Pêngava Enerjiya Berdewam li Duhokê

Ev proje di encama rêkeftina 4ê Sibata 2020an de di navbera Bernameya Geşepêdana Neteweyên Yekbûyî (UNDP) û Parêzgarê Duhokê de hatiye damezrandin.

Parêzgeha Duhokê armanc dike ku heta sala 2030an gazên serayê kêm bike ku li gorî Neteweyên Yekbûyî zêdetirî 1000 jeneratorên taybet li Duhokê hene ku ji bilî deng, hewayê jî pîs dikin.

NYê amaje bi wê kiriye ku armanca wan a rêkeftina bi parêzgeha Duhokê re ew e ku heta sala 2030an 40 megawatt elektirîka pak ji bajêr re biafirîne.

Rêveberê Giştî yê Elektrîkê ya Duhokê ji Rûdawê re eşkere kir, plana wan e ku îsal li Duhokê santraleke din a bi 150 megawattan ava bikin.

Şakir Mehmûd destnîşan kir ew plan dikin ku li nehyeya Sersingê santraleke din a berhemanîna elektrîkê ji enerjiya rojê ava bikin ku hêza wê di navbera 100 û 300 megawattan de be.

Herêma Kurdistanê dê zêdetir xwe bispêre enerjiya pak

Di Îlona sala borî de jî santrala enerjiya rojê ya 200 kilowatî bi piştgiriya Amerîkayê li Hewlêrê hatibû vekirin.

Wezîrê Elektrîkê yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed di dawiya sala 2022an de girêbestek bi Pluto Auto Cycle re îmze kir ku di heyama 90 rojan de li Hewlêrê santraleke enerjiya rojê ya 25 megawatt ava bike.

Herêma Kurdistanê û Iraq ji bo berhemanîna elektrîkê bi giranî xwe dispêrin sotemeniyên kevneşopî yên wek neft û gazê.

Iraq jî ji bo karkirina santralên xwe yên elektrîkê pişta xwe bi gaza xwezayî ya Îranê dispêre. Digel ku girêdayîbûna bi sotemeniyên kevneşopî ve di guherîna keşûhewayê de roleke xirab dilîze.

Çêkirina elektirîkê ji tîrêjên rojê û çavkaniyên din ên enerjiya paqij dê jîngeha Iraq û Herêma Kurdistanê biparêze li dijî bilindbûna pileya germahiyê û mesrefa kirîna gaza xwezayî jî kêm bike.

Di Gulana sala 2022an de, hikûmeta berê ya Iraqê, çend girêbest ligel Total a Fransî û çend kompanyayên din ji bo avakirina santralên rojê îmze kiribûn ku biryar e yek ji wan li parêzgeha Musenna bi kapasîteya 750 megawattan were çêkirin.

Di Cotmeha 2022an de, berî ku kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî dest bi kar bike, wezîrê berê yê elektrîkê yê Iraqê Adil Kerîm ragihand wezareta wî plan kiriye ku di sala 2023an de îhaleyan ji bo çend projeyan ragihîne ku bi hev re dê şiyana dabînkirina 5,000 megawattan hebe.

Iraq a ku xwediyê pêncemîn rezerva petrolê ya herî zêde ya cîhanê ye, armanc dike di nava sala 2023an de 10 gigawatt enerjiya pak berhem bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst