Îranê hinardekirina gaza xwezayî bo Tirkiyê %70 kêm kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanya BOTAŞê ragihand ku gaza xwezayî ya ji Îranê tê hawirdekirin ji ber pirsgirêkeke teknîkî %70 kêm bûye.

Kompanya Veguhestin û Xetên Boruyan (BOTAŞ) li ser malpera xwe derbarê mijarê de peyamek belav kiriye û ragihandiye ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê hevdîtinên wan berdewam in.

BOTAŞ dibêje: “Hatiye ragihandin ku gaza xwezayî ya ji xala Gurcîbilax-Agirî tê Tirkiyê, ji ber pirsgirêkeke teknîkî ji 1ê Çileya 2023an û pê ve %70 hatiye kêmkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê hevdîtinên me ligel aliyên peywendidar berdewam in. Herwiha ji bo demsala zivistanê bandoreke nerênî li welatiyan nebe hemû tedbîr hatine wergirtin û pêwîstiya welatiyan a gaza xwezayî hatiye dabînkirin.”

Kompanya Gaza Xwezayî ya Îranê Çileya 2022an hişyarî dabû Tirkiyê ku bo dema 10 rojan hinardekirina gazê radiwestîne û wek sedem jî pirsgirêka teknîkî pêşan dabû. Herî dawî jî di navbera 2 û 9ê Cotmeha heman salê de careke din bi hinceta nûkirina amûran hinardekirina gaza xwezayî hatibû rawestandin.